Xesan El-Yûsif: Armanca hedefgirtina şêxên eşîran derxistina tevliheviyê ye

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif got hedefgitina şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê hewldana hindek aliyan ku tevliheviyê derxin û destnîşan kir ku ew kesayetên nîştimanî dikin hedef da ku jiyana hevbeş û biratiya gelan têk bibin.

Li herêma Dêrazorê şêx û rûsiyên eşîran têne hedefgirtin. Herî dawî roja pêşîn a cejna Qurbanê muxtarê bajarokê El-Dehla Elî El-Wîs û berdevkê qebîelya Igêdat Silêman El-Kesar li herêma Bisêra ya gundewarên Dêrazorê hatin kuştin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif ji ANHA`yê re wiha got: "Şêxên ku bi helwestên xwe yên nîştimanî têne naskirin, têne kuştin."

Xesan El-Yûsif destnîşan kir ku zêdetirî aliyekî li pey kuştina rûspî û şêxên eşîran hene û wiha axivî: "Ev kuştin derexlaqî ne û dûrî mirovahiyê ne. Armanca wê ku yekitiya di navbera Kurd û Ereban de têk bibin."

Xesan El-Yûsif tekez kir ku hewl didin bi rêya hedefgirtina kesên çanda jiyana hevbeş belav dikin, tevliheviyê li herêmê derxin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din