Xelîl Xelo :1000 malbat li Til Temir bi cih bûne

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Navçeya Til Temir Xelîl Xelo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran kes koçber bûn .

Di 9’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker êriş li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin, di encama êrişan de bi hezaran sivîl neçar man ku zarokên xwe ji tang, top û belafirên artêşa Tirk biparêzin, lewma berê xwe dan navçeya Til Temir. Têkldarê vê mijarê Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Navçeya Til Temir Xelîl Xelo ji ajansa me re axivî û wiha got: “1000 malbat li Til Temir bi cih bûne .”

‘Rêvberiya Xweser 4 dibistan ji bo malbatên koçber vekirin‘

Xelîl destnîşan kir ku 4 dibistan ji bo koçberan hatine vekirin û wiha dom da axaftina xwe: “Artêşa Tirk a dagirker bi balafir, tang û topan êrişî sivîlên li Serêkaniyê û Girê sSpî kirin,  ji ber wê sivîl berê xwe dan cihên ewle wekî navçeya Til Temir .Rêvberiya Xweser 4 dibisatan ji bo koçberan vekirine û alîkarî jî da .”

‘Alîkariyên rêxistinên mirovî pir kêm e ‘

Xelîl di dewama axftina xwe de wiha got: “Em wekî Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî, erka me ye alîkariya koçberan bikin û bi rêxistinên mirovî re bi rêxistin  dikin, da ku tu kêmasî dernekeve holê, lê mixabin li beramberî hejmarek mezin ji koçberan rêxistinên mirovî bi erkê xwe ranabin û alîkarî pir kêm didin. Rêvberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkarî pêşkêş dike û hin komelên herêmî alîkarî didin .”

Xelîl got “Di her milî de alîkarî ji bo koçberan pêwiste, ji cil, xwarin, vexwarin, tenduristî û hewd...niha Kongreya Star xwarin ji bo koçberan çêdike û pêşkêşî koçberan dike, Rêvberiya Xweser jî sifinc û betanî li wan belav kir, şaredariya gel jî di nava tevgerê de ye da ku koçber bê av nemînin .Em bi hêvî ne rêxistinên mirovî koçberan paşguh nekin.‘‘

‘ Demsala zivsatanê metirsiya koçberan e‘

Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir “Em bang li tevahî rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyê bidin koçberan, ji ber ku bi hezaran kes koçber bûne û pêwistiya wan bi alîkariyê heye .Demsal jî ber bi zivsatanê ve diçe pêwistî bi alîkariyek lezgîn heye .”

ANHA


Mijarên Din