Xelkê Til Birakê binpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin

Edamên saziyên civaka sivîl ên navçeya Til Birakê binpêkirinên Tirkiyê yên dawîn û girtina 500 kes li Amed, Mêrdîn û Wanê, her wiha derxistina hevserokên şaredariyên bakurê Kurdistanê ji erkên wan şermezar kirin.

Endamên meclis û saziyên civaka sivîl ên navçeya Til Birakê îro daxuyanî dan raya giştî. Daxuyanî ji hêla hevserokê Meclisa Gel a navçeyê Mitleq El-Hisir ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Bi navê gel û biratiya gelan ji navçeya Til Birakê û bajarok û saziyên wê em siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî demokrasiyê li Amed, Mêrdîn û Wanê, her wiha derxistina hevserokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji erkên wan û girtina 500 kesan şermezar dikin. Erdogan digot kî Stenbolê birêve bibe Tirkiyê hikum dike. Erdogan û partiya xwe Stenbol û Enqere di hilbijartinan de winda kirin ji ber wê har û dîn bûye. Piştre dest bi siyaseta herêmên ewle kir, lê projeya wî têk çû. Pişt wê li Idlibê jî têk çû. Rejîma Sûriyê tabûrek Tirkiyê dema  diçû nuqteyek leşkerî da ku piştgiriya Cebhet El-Nusar bike, li Idlibê kir hedef.

Em ji siyasetmedarên Tirk re dibêjin, hûn û şerê we li Rojava bi binket û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk çûn. Me pişta xwe da ciwan û hêzên xwe yên leşkerî û tevahiya axa xwe ji terorê rizgar kirin. Niha jî em amade ne li hember her êrîşeke Tirkiyê li ser herêmên me bisekinin.`

Daxuyanî biberzkirina dirûşmeyên `Bijî gelên azad û têkoşer`, `Bijî hêzên me yên leşkerî` bi dawî bû.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya