Xelkê Tebqayê bi meşeke girseyî banga derxistina dagirkeran kir

Şêniyên herêma Tebqayê bi meşeke girseyî dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û banga derxistina dagirkeran ji herêmê kir.

Li ser banga Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê meşeke girse ya şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Girseya şêniyan ji êl, eşîre û karmendên li saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dixebitin li pêş Navenda Rêveberiya Jinan a bajarê Tebqayê kom bûn û berê xwe dan Bajarê Lîstikvaniyê ve.

Beşdaran pankartên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hildan û banga vekişîna yekser a Erdogan ji bajarên Sûriyê kir.

Şêniyan di meşê de diruşmên b yekitiya gelê Sûriyê, lêpirsîna Erdogan di dadgehên navdewletî de der barê sûcên ku bi mafên sivîlan pêk anîne de, berzdan.

Meşê li pêş Bajarê Lîstikvaniyê ya bajarê Tebqayê bi dawî bû. Li vir hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Xidir Elûş, endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Teqayê Macîda Husên, bi navê êl û rûspiyên herêmê Şêx Ubêd El-Nehar û bi navê Partiya Sûriyê ya pêşerojê serokê şaxê partiyê yê Tebqayê Musena Abdulkerîm, axivîn.

Axêveran îşaret pê kir ku Erdogan û çeteyên wê ku bi derbasbûna wan a xaka Sûriyê re, xak qirêj bû, zarok û jinan dikujin û hewl didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin.

Axêveran destnîşan kirin ku gelên herêmê li pişta QSD’ê yê ku ji bo têkbirina terorê hatiye avakirin in û heta roja îro şerê wê dike ku jiyana azad a birûmet ji tevahî pêkhateyên Sûriyê re, dabîn bike.

Kesên axivîne bang li Rûsyaya Federal û hikumeta Sûriyê kir ku erkên xwe yên rawestandina êrişên Tirkiyê û parastina sivîlan ji bêserûberiya dewleta Tirk pêk bînin

Di dawiyê de axêveran bang li civaka navdewletî û rêxisitinên mafên mirovan kir ku bi cidî li ser rûdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, rawestin. Her wiha komkujî û kiriyarên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin sosret û lêpirsîna wan bikin û di serî de rejîma Tirkiyê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din