Xelkê Tebqayê bi meşekê piştgirî da QSD‘ê

Şêniyên bajarê Tebqayê bi meşekê piştgirî dan QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Di dîmekî de ku li ser tevna civakî belav bûye, şêniyên bajarê Tebqayê derketine meşekê û piştgiriyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Şênî di meşê de dirûşmeyên silavkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dilsoziya bi şehîdan re berz dikin.

Di dîmen de diyar dibe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastinê meşê dikin.


Mijarên Din