Xelkê Hesekê li ser biryara qedexeya derketina derve çi dibêjin?

Şêniyên Hesekê rave kirin ku ew ji biryara qedexeya derketina derve razî ne û bang li şêniyan kirin ku biryarê bînin cih.

Ji ber metirsiya belavbûna pandemiya koronavîrûsê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexeya derketina derve ragihand. Qedexeya derketina derve di roja xwe ya sêyemîn de didome.

Li bajarê Hesekê piraniya dikan hatin girtin, tevgera şêniyan sivik bûye û tenê ji bo kirîna pêdiviyan e.

Girêdayî biryara qedexeya derketina derve hejmarek şêniyên taxên bakurê bajarê Hesekê  ji ANHA‘yê re axivîn. Şêniyan rave kirin ku ew ji biryarê razî ne.

Şêniyê bi navê Silêman Ferhan ji taxa Salihiyê ye dibêje: "Ez ji mal derketin ji bo ku hevsera xwe bigihînim karê wê li dermanxaneyê. Ez niha vedigerim mal. Ez bijîşk im û baş dizanim ku ev vîrûs li ser mirovahiyê xeter e."

Ferhan wiha doman: "Wek bijîşk şîreta min a li şêniyan, mayîna di mal de dermanê herî guncew li dijî vîrûsê ye. Divê em biryara qedexeya derktina derve bînin cih. Eger derketina ji mal pêwîst bû, derkevin lê zû vegerin. Ji ber ku ev vîrûs digere û eger li herêmên me belav bû, gelek zehmete were kontrolkirin ji ber ku derfetên me kêm in. "

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Edanan Hesen Esad got: "Ev biryar ji bo berjewendiya gel e. Em dixwazin hemû bînin cih ji bo ku xwe û malbatên xwe biparêzin. Ez sebzefroş im ji ber wê neçar im ji mal derkevin û dikanê vekim da ku şênî pêdiviyên xwe bikirin. "

Esad wiha berdewam kir: "Şênî duh biryar baş pêk neanîn. Divê hemû pêk bînin û tenê di rewşên pêwîst de ji mal derkevin."

Hesen Şakir ji şêniyên taxa Kelasê ye dibêje: "Em bi biryarê razî ne. Ji ber ku ji bo parastina me ji vîrûsa kujer hatiye girtin. Em hinek zehmetiyan dikşînin bi taybet av ji bajêr qut e. Ji bo parastina ji vîrûsê şûştina destan pêwîst e."

)şx(

ANHA


Mijarên Din