Xelkê Dêrazorê careke din li dijî rejîmê derketin

Xelkê gundewarê rojhilatê Dêrazorê careke din li dijî rejîma Sûriyê xwepêşandan li dar xist û xwestin ku rejîmê ji gundên wan derkevin.

Bi dehan şêniyên bajarokê Salihiyê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi navê "Îna şehîdên Salihiyê" li dijî rejîma Sûriyê xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan bi navê "Îna şehîdên Salihiyê"  hatibû lidarxistin. Şêniyan ji rejîmê xwestin ji malên wan derdevin da ku şênî vegerin.

Şêniyan panartên "Bimire siyasetên navdewletî yên li ser hesabê mafên me yên rewa", "Şoreşa me aştiyane û dê bibe dibistana azadên cîhanê", "Bi gotinekê bi me re bibin alîkar da ku em vegerin gundên xwe" û "Ji terorê re na" hilda bûn.

Şêniyan diyar kirin ku rejîmê Sûriyê ew jî gundên wan derxistin û mal û milkên wan desteser kirin û guhertina demografîk li gundên wan pêk tîne.

Ev cara duyemîn ku şêniyên bajarokê Salihiyê li dijî rejîmê derdikevin, îna derbasbûyî jî bi sedan kes xwepêşandan li dar xistin.

ANHA


Mijarên Din