Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê li Girê Spî bûn

Bi sedan şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê di navbera Girê Spî û Tirkiyê de sekinîn û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Îro bi sedan pêkhateyên Girê Spî tevî bi hezaran ji şêniyên Kobanê, Minbic, Tebqa û Reqayê herikên bin konê çalakiya mertalên zindî yên ku li ser sînorên Sûriyê û Tirkiyê li Girê Spî hatine vedan û gefên Tirkiyê şermezar kirin.

Li kantona Girê Spî 3 konên çalakiya mertalên zindî hatine vedan, yek li taxa El-Munbetih, ya duyem li gundê El-Refa û ya sêyam li gundê Nis Til ê rojhilatê Girê Spî.

Di bin konê çalakiya mertalên zindî de ya ku duh li taxa El-Munbetis hatiye vedan, bi sedan ji şêniyên Kobanê, Minbic, Reqa û Tebqayê kom bûn û li hember sînorên herêmê bi Tirkiyê re sekinin û sloganên `Bijî biratiya gelan`, `Ji dagirkeriya Tirk re na` û `Bi can û bi xwîn em bi te re Sûriyê` berz kirin.

Piştî wê serokê şaxê Partiya Pêşeroja Sûriyê ya herêma Firatê Kedîm Îbrahîm axivî û diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê îro kom bûne ji bo ku ji gefên Tirkiyê re bêjin na û ji diyalog, aştî, biratiya gelan û jiyana hevpar bêjin erê.

Îbrahîm wiha domand: "Erdogan di gefên xwe de diyar kir ku tenê du berbijark hene. Yan hûnê bê rûmet bijîn yan jî hûnê binax bibin. Bersîva me jî diyar e yan diyalog yan jî cîrantiya baş û parastina têkiliyan di navbera gelê Sûriyê û Tirkiyê de yan jî berxwedan û parastina ax û rûmet e."

Îbrahîm tekez kir ku ew ê ax û gelê Sûriyê biparêzin.

 ‘Civaka navdewletî alîkariya Tirkiyê di dagirkirina herêmên Sûriyê dike‘

Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk Emîne Umer axivî û destnîşan kir ku di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de gelek komplo li ser serê Sûriyê hatin plankirin û Sûriyê veguherî qada şer ji hêzên herêmî û navdewletî re. Gelê  Sûriyê fatora vî şerî dide.

Emîne wiha domand: "Tirkiyê yek ji dewletên ku aloziya Sûriyê bi kar aniye ye. Ji destpêkê ve şêwazek kirêt bi kar tîne û civaka navdewletî alîkariya wê di dagirkirina herêmên Sûriyê de dike."

Emîne destnîşan kir ku hikumeta Sûriyê li hember gefên Tirkiyê nelivî û heta niha bêdeng maye mîna ku dema Efrîn, Bab, Cerablus û Ezaz hatin dagirkirin. Ev bêdengî rê dide Tirkiyê ku herêmên din ji Sûriyê dagir bike."

Di nav gotinên xwe de Emîne anî ziman kir ku ew li ser helwesta xwe ya ku banga diyalogê û danûstinandina bi tevahiya aliyan re çi opozîsyon yan jî Rejîma Sûriyê yan jî Tirkiyê ne, ji ber ku diyalog rêya tekane ya rûniştandina ewlehiyê û aştiyê li herêmê ye.

Emîne Umer gefên Tirkiyê şermezar kir û got her mudexeleyek dê li ser tevahiya axa Sûriyê xeter be û dê tevahiya rêyên çareseriya aştiyane ya aloziyê qels bike. Di encamê de dê tevliheviyek çêbibe û dê DAIŞ`ê sûd jê bigere.

Emîne banga hevgirtina şêniyan ji bo têkbirina planên Tirkiyê kir û bang li NY`yî kir ku Tirkiyê rawestîne.

‘Bi yekitiyê em ê berxwedanê biafirînin‘

Ji Minbicê jî bi dehan kes tev li çalakiyê bûn. Bi navê Meclisa Sivîl a Minbic û gundewarên wê Mihemed Elî Ebo axivî û got: "Em ji Minbicê hatine da ku piştgiriya xwe bi şêniyên xwe yên li Girê Spî re ragihînin û peyamekê bidin Tirkiyê û jê re bêjin: heke ku herêmeke ewle dixwaze, herêmên me ewle ne. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya şehîdên wê û îradeya gel ewle ne. Bi hevgirtina xwe em ê herêmê li pêşiya her destwerdaneke Tirkiyê bikin pêteke agir."

Mihemed Elî Ebo bêdengiya civaka navdewletî rexne kir" Bi yekitî û pirengiya xwe em ê berxwedanê biafirînin. Sûriya xaka berxwedanê ye, bila Erdogan li dîroka Sûriyê ya berxwedêr vegere, çawa pêşeyên me Osmanî têk birin em ê jî neviyên wê têk bibin."

‘Me mirovahî parast, cîhan deyndarê me  ye‘

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî diyar kir ku dewleta Tirk sedema kûrkirina aloziya Sûriyê ye, bi hemû hêza xwe ya siyasî ya qirêj hewl dide beşek mezin ji xaka Sûriyê dagir bike. Şahîd got: "Ji niha û şûn ve em nabin kole û leşkerên ti kesî. Me mirovahî ji terorê rizgar kir, cîhan hemû deyndarê me ye. Sekna me ya li vir jî cîhanê re diyar dike ku em bangewazên aştiyê ne û ti carî nebûn daxwazên şer û me li hemberî tu kesî çek ranekiriye, lê me rakiriye da ku xwe biparêzin."

Piştre şênî ber bi konên  mertalên zindî yên li gundê Refa û Nes Tel ve çûn da ku beşdarî çalakiyê bibin.

‘Rêveberiya Xweser ji bo Erdogan xeter e‘

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Josef Lehdo got: "Em ji cîhanê re dibêjin ku gefên Tirkiyê ji bo têkbirina rêveberiya xweser a  ku mafên hemû pêkhateyan diparêze û xizmetê pêşkêş dike."

Lehdo anî ziman ku projeya wan xeteriyeke li ser mejî û nejadiya Osmanî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku û dewletên mezin kir ku li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din