Xelatên pêşbirka wêjeyî ya Şehîd Gerzan hatin dayîn

Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê bi çalakiyekî ku bi diruşmeya "Ciwanên afrîner mîsogeriya siberojeke geş e" li dar xistibû, xelatên pêşbirka wêjeyî ya Şehîd Gerzan belav kirin.

Çalakiya ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê û Desteya Ciwan û Werzîşê ve hat organîzekirine li navenda Desteya Çand û Hunerê ya li navçeya Fafînê hate lidarxistin.

Çalakî bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Ismet Hesen bal kişand ser girîngiya xebatên çandî di vê pêvajoyê de û got: "Tevî rewşa koçberiyê û dûrketina ji war, beşdarbûna vê pêşbirka wêjeyî û afrînerî balkêş bû. Yên ku niha xaka me ya pîroz dagir kirine wê mayîna wan li wir dirêj neke. Ji ber ku hîna civakeke heye ji bo vegerandina xaka xwe li ber xwe dide. Her tim heq bi ser dikeve."

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê Gulê Cemo jî axivî û behsa girîngiya çandê û rola ciwanan di parastina we de destnîşan kir. Gulê got, ciwan berpirsyarên veguhestina nirxên çandê ji bo nifşên pêşerojê ne.

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Ehmed Hesen û Xatûn Îbrahîm helbest xwendin. Piştre sîninvîzyonek li ser jiyana têkoşer Gerzan û çalakiyên wê di nava şoreşê de hate pêşandan.

Di dawiyê de, xelat li kesên serkeftî (Buharîn Mihemed, Sozdil Nebo, Hind Ebdalo, Ednan Mihemed, Evîn Mihemed û Sefa Hebîb) hatin belavkirin.

ANHA

 


Mijarên Din