Xelata Pûtîn a ji bo Erdogan di hilbijartinê de Idlib e

Ezîz Koyluoglu

Kombûna Rûsya, Îran û Tirkiye wê îro li Soçiyê pêk were. Ev kombûn, wek berdewama kombûnên li Astanayê çêdibûn. Herî dawî kombûna li ser asta serokên dewletên Rûsya, Tirkiye û Îranê, di 7’ê meha Îlona 2018’an de li Tehranê pêk hatibû. Di wê civînê de bingeha lihevhatina li ser Idlibê hejiyabû û li pêşiya kamerayan serokên Rûsya û Tirkiyê nîqaşek li ser nûnerên terorê kiribû. Di civîna Tehranê de encamek derneketibû. Civîna Soçiyê ya ku di navbera Erdogan û Pûtîn de ku wek pûçkirina civîna Tehranê pêk hat û vê carê Îran ji civînê hate dûrxistin. Her çend Îran piştî demekê encamên wê civînê ji neçarî qebûl kir jî, nerazîbûnê xwe di erdê de domand.

Hewldana dewleta Tirk ku Îranê ji civînên navneteweyî dûr bixe, bi civîna Soçiyê ya di navbera Erdogan û Pûtîn re sînordar nema. Di civîna Stenbolê de aktorên nû wekî Fransa û Almanya jî li Rûsya û Tirkiyê zêde bûn. Ev civîn ji aliyê Tirkiyê ve wek alternetîfa civînên di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de hatibû plankirin. Rûsyayê jî bi destekdayîna ji bo civînê nîşan da ku ji aliyekî ve dixwest piştî şerên li Sûriyê, ji bo jinûveavakirina Sûriyê ji dewletên Ewropayê alîkariya madî peyda bike û mesajekê bide Îranê. Piştî dewletên Ewropayê ji aliyê Amerîkayê ve hatin şiyarkirin û Koma Biçûk a Sûriyê kom bû, pêşeroja civîna Stenbolê ket ber nîqaşê.

Almanya û Fransa wek nûnerên Koma Biçûk a Sûriyê di civîna Stenbolê de, xwestin berdewama civîna Cinêvê çêkin, biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 der barê çareseriyeke siyasî li Sûriyê û Idlibê de wek xwe bimîne. Ev wek hevkariya Tirkiyê li Idlibê bû. Tirkiyê bi vê hevkariya Koma Biçûk a Sûriyê ku Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Erebistana Siûdî, Urdun, Misr û Îmarat di nav de ne, bi Rûsya re Peymana Soçiyê îmze kir. Lê niha xuya dibe ku ev peyman pêk nayê, Tirkiye nikare ev şertên qebûl kirine, pêk bîne.

Rûsya li ser vê dîsan xwest vegere civîna Soçiyê ya di çarçoveya Astanayê de pêk tê. Rûsya dîsa neçar ma ku di mijara Sûriyê de Îranê bide rex xwe. Di civîna Tehranê de di mijara Idlib û herêma dewleta Tirk dagir kiriye de Îranê helwesteke eşkere nîşan dabû; ji Tirkiyê xwest herêmê radestî rejîma Sûriyê bike. Lê Rûsya ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re yên aborî û zextên Koma Biçûk a Sûriyê peymana Idlibê qebûl kir.

Beriya civîna Soçiyê dîsa amadekariyên rejîma Sûriyê û hevakarê wan ji bo êrîşeke li ser Idlibê gihaştiye asteke bilind. Ev demek e rejîma Sûriyê her roj cihên di destê komên girêdayî Tirkiyê de bombebaran dike. Beriya civînên Astana û Soçiyê, wek siyasetek Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê ku ji bo giraniya xwe li ser civînê bide çêkirin, êrîşan zêde dike. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov rojek beriya hevdîtina Pûtîn, Erdogan û Rûhanî ya li Soçiyê, piştgiriya xwe ji bo êrîşeke hêzên rejîmê li ser Idlibê nîşan da û got "Bi terorîstan re diyalog nabe.”

Niha li Idlibê Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) (Cephet El-Nusra ya berê) ji sedî 90 bajarê Idlibê xistiye bin kontrola xwe. Dewleta Tirk heta niha helwesteke cidî nîşanî HTŞ’ê nedaye ku herêma li gorî Peymana Soçiyê ya “bêçek kiriye” bi temamî xistiye bin kontrola xwe. Balkêş e ku Tirkiye û Rûsya heta niha li beramberî HTŞ’ê neketine nava tevgerê ku her du jî HTŞ’ê wek komeke “terorê” dibînin.

Hevdîtina Pûtîn, Erdogan û Rûhanî di bin siya Idlibê de pêk tê. Pûtîn û Rûhanî ji Erdogan dixwazin Peymana Soçiyê pêk bîne. Lê Erdogan naxwaze peymanê pêk bîne. Erdogan, tê zanîn ji bo Idlibê dem dixwaze û heta dawiya hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê li Peymana Soçiyê bidome. Rejîma Sûriyê û hevkarên wê êrîşê xwe bidin sekinandin. Ev ne tenê Erdogan, Amerîka û Ewropa jî dixwazin heta çareseriyeke siyasî di çarçova Cinêvê de bi pêş bikeve, di rewşa Idlibê de guhertinek çênebe.

Di civîna îro de dê heta hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê, ji bo Idlibê demeke din ji bo Erdogan bê dayîn. Lê Rûsya ji bo vê dema wê çi ji Erdogan bixwaze? Ev mijareke nîqaşê ye. Lê xelata buha ya Pûtîn ji bo Erdogan, bê beramber nîn e. Piştî hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê ger Erdogan bê şer Idlibê radestî Pûtîn bike, em ê şaş nemînin.    

ANHA