Xebatên veguhestina sûka sebzeyan a Qamişlo ber bi dawiyê ve diçe

Xebatên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji bona veguhestina Sûka Sebzeyan ya kevin bi Sûka Gel a nû, ber bi dawiyê ve diçe. Heta niha 102 qure ji aliyê dikandarên ku dixwazin cihê xwe di sûka nû ya bi navê (Sûka Gel) de bigirin hatine kişandin û wê sûka nû di serê heftiya bê de were vekirin.

Piştî ku tevlîhevî  di nava sûka sebzeyan ya bi navê (Erase) de derketin, gelek nerêzbûn ji ber besteyên dikandaran derketin holê. Her wiha ji ber teqînên ku di nava bajar de rû didin şaredariya Gel a bajarê Qamişlo biryara veguhestina sûka kevin da.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo komîteyek ji bona kişandina qure ji aliyê dikandarên sebzeyan ên ku dixwazin cihê xwe di Sûka nû ya bi navê (Sûka Gel) de bigirin û ji bona serpereştiya Sûka Gel ya nû çêkir.

Komîte ji 7 endaman pêk tê, ( Yekîtiya Cûreyan (Esnaf), Zabîte, komîteya rêveber a Şaredariya Gel û 4 dikandarên sebzeyan).

Dikandar û endamên komîteya ku hatiye çêkirin Kadar Xidir di derbarê mijarê de wiha got: “102 qure hatine kişandin. Xwediyê bestan jî cihê wan li sûka gel a nû hat çêkirin, di roja şemiyê de em ê sûka nû vekin.”

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Zozan Ibrahîm di hevdîtina dawî ya bi ANHA`ê re gotibû: “Me sîfeta sîstemî di sûka kevin de, ya bi navê (Erase) de guhert. Xwediyê dikanan dikarin ji bilî zebzeyan  dikanên xwe li gor daxwaziya xwe dagirin"

ANHA


Mijarên Din