Xebatên Şîrketa Kehrebeyê ya Minbicê

Şîrketa Kehrebeyê ya Minbicê hewl dide projeyên xwe yên di çaryeka sêyemîn a îsal de ku lêçûna wê gihaşt 40 milyon lîreyên Sûriyê, heya dawiya Îlonê bi dawî bike.

Şîrketa Kehrebeyê ya Minbicê li gorî plansaziya ku daniye, xebatên xwe yên xizmetguzariyê li bajêr didomîne. Şîrket beriya ku dest bi her projeyekê bike destpêkê lêkolînan li ser projeyê dike û hewl dide dawiya meha Îlonê  projeyên di nîvê salê bi dawî bike.

Şaredariya Gel a Minbicê 9 projeyên ku şîrketê pêşkêş kirine, erê kirin.

Projeya gundê El-Hemam

Şîrketê piştî erêkirina ji bo pêkanîna projeya li gundê Hemamê, dest bi xebatên kolandina kortan, danîna burc û stûnan kir da ku transan bi cih bike. Li gorî hevserokê Şîrketa Kehrebeyê Xalihd Mihemed ev proje dê di nava hefteyekê de biqede û lêçûna wê derdora 5 milyon lîreyan e.

Projeyên navendên Rêya Cirzîrê û Berhemên Avê

Şîrketa Kehrebeyê der barê navenda rêya Rêya Cizîrê û Navenda Berhemên Avê de lêkolîn amade kirin. Armanc ji vê lêkolînê ew e ku navenda kevir a li ser rêya Cizîrê bi temamî ji hundir ve were amadekirin, di vê der barê de transeke  bi hêza 100 kw, burceke bîlyon û kebilên derve hatin dayîn, bi tora giştî ve hate girêdan.

Projeya sererastkirina navend û toreyan

Ev proje ji Navenda Hec Îbrahîm û Navenda Ebid El-Îlêwî pêk tê. Di vê çarçoveyê de xebatên sererastkirin, amadekirina toreyan, guhertina tabloyên şewitî bi çavdêriya hejmarek endezyar, beşa lêkolîn, rêveberiya şîrketa kehrebeyê hatin destpêkirin. Budçeya ku ji bo vê projeyê hatiye veqetandin, derdora 8 milyon û 500 hezar lîre ye.

Li aliyekî din jî projeya guhertina kablên torsadiyê li gundê Menla Esed bi 3 milyon û 500 hezar lîreyên sûrî, projeya sererstkirin û guhertina toreyên li gundê Osman, Seîdiyê bi 1 milyon û 400 hezar lîreyan dest pê kir.

Projeyên li herêma Ebû Qelqel

Ji bo herêma Ebû Qelqel jî şîrketê piştî lêkolînan du proje dan destpêkirin. Projeya gundê Til Erş a rojhilat, di vê projeyê de transek bi hêza 100 kw danîn da ku barê li ser transa gund sivik bike, budçeya vê projeyê 3 milyon lîreye ye. Şîrketê li gundê Ceb El-Tewîl jî projeyek bi 4 milyon lîre daye destpêkirin.

Hevserokê Şîrketa Kehrebeyê ya Minbicê têkildarî projeyên ku dane destpêkirin, ev agahî da: “Lêçûna giştî projeyan derdora 40 milyon lîreyên Sûriyê ye. Hemû proje dê di dawiya meha Îlonê de bi dawî bibin. Proje ji aliyê endezyar û fenî û kargehên şîrketê ve bi rê ve diçe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din