Xebatên şaredariyên Qamişlo û Kobanê

Şaredariya Gel a Dêrîkê projeya sererastkirin û qîrkirina kolanên bajêr didomîne, li aliyekî din jî şaredariya navçeya Tirbespiyê pira Muheleq a başûr berdewam dike.  Şaredariya Gel a Kobanê jî gelek projeyên xizmetguzariyê pêk tîne.

Şaredariya Gel a Dêrîkê beriya hatina zivistanê dest bi sererastkirin û qîrkirina rêyên li nava bajêr zirar dîtine, kir.

Endamê Komîteya Pîşeyî ya Şaredariya Gel a Dêrîkê Serbel Mehmûd wiha got: "Piştî rawestandina demekê bi sedema qedexeya li hember pandemiya Koronavîrusê, ji nû ve dest bi xebata projeyan kir."

Rûbera projeyê 2 hezar û 700 m2 û qalindbûna 20 cm ye.

Şaredariya Gel a Dêrîkê di sala borî de 8 hezar û 440 m3 qîr li taxên Dêrîkê bi kar anî.

Li navçeya Tirbespiyê Şaredariya Gel pira nû ya Muheleq a başûr a ku di encama lehiyên li navçeyê yên par de xirab bûye, çêkir.

Ev pir girîngtirîn pira li Tirbespiyê ye ku beşa rojava ya navçeyê bi sûka Sîna ve girê dide û rêya gelek gundên başûrê navçeyê ye.

Tevî ku pir, pirî caran dihat sererastkirin jî, lê dihat hilweşandin. Ji lew re şaredariyê biryar da ku pirê ava bike.

Endama rêveber a Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Tirbespiyê Lava Abdulezîz destnîşan kir ku ji nû ve pir ji destpêkê ve ava kirine. Her wiha çem û derdora pirê paqij kirin. Piştre merheleya lêkirinê bi qalindbûna 70 cm pêk hat. Dûvre merheleya çementoya lêkirina pirê bi dirêjahiya 66 m3 pêk hat.

Lava Abdulezîz diyar kir ku dê di merheleya sêyemîn de dîwarê pirê bi dirêjahahiya 7 m, bilindbûna 2 m û behnaviya 33 m3 lêkin. Her wiha pişrast kir ku dê di demeke kin de pir têkeve xizmetê.

KOBANÊ

Li Kobanê şaredariya gel gelek projeyên xizmetguzariyê di vê havînê de dest pê kirin, jê jî sererastkirina kolan û qîrkirina wê, lêkirina peyarê, leckirina kevirên enterlok li kolana stasyonê ya sereke ya naverast bajêr.

Li kantona Kobanê 11 Şaredarî hene. Îsal li ser derbaskirina çewtiyên berê û pêkanîna projeyan, bi taybet projeyên girêdayî rêyan xebitîn.

Ji projeyên ku Şaredariyan pêk anîne; qîrkirina rêya Şêran-Cum Heran bi rûbera 4 km, rêya Elî Şar-Cum Elî bi rûbera 5 km û rêya Tefşo û gudnê Cort bi rûbera 5 km.

Hê jî xebata sererastkirina rêya gundê Mexarix û Til Xezal berdewam e da ku qîr bikin.

 

Hevseroka Komîteya Şaredariyan a kantona Kobanê Meqbûle Bekê wiha got: "Îsal me girîngî da gihandina avê ji gundan re, çêkirina projeyên kanalîzasyonê li hundirê taxên Şehîd Kawa û Şehîd Serhed ve."

Meqbûle Bekê wiha domand: "Me hawzik avê li gundê Şêx Qemer ê girêdayî navçeya Çelebiyê çêkir ku tê de ava vexwarinê kom bibe. Li gel wê jî projeyên avê li gundên rojavayê Kobanê, sererastkirina xetên avê yên nû li gundên li ser sînorê Tirkiyê yên rojavayê Kobanê pêk hatin. Her wiha pland dikin ku îsal avê bidin nêzî 100 gundên rojavayê Kobanê."

Li kolanên bajêr tevgera mezin a xebatên xizmetguzariyê heye, jê qîrkirina, pînekirina rêyan, leckirina kevrên enterlok li kolana Stasyonê ya sereke û vekirina rêyên gundên dîtir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din