Xebatên şaredariyên gel ên qîrkirina rêyan berdewam dikin

Werşeyên girêdayî Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Reqayê projeya qîrkirina rêya Emasî ya naverasta bajêr bi dawî kir, her wiha şaredariya bajarokê Mistafawiyê yê Girkê Legê ji bo temamkirina sererastkirina rêyan 32 milyon lîreyê Sûriyê veqetand.

Piştî kanalîzasyona kolana Emasî bi dawî bû, Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Reqayê dest bi qîrkirina kolanê kir. Kolan dê du caran  were qîrkirin.

Kolana Emasî, kolana Girê Spî û Mucema bi hev ve girê dide û kolaneke sereke ya bazirganiyê û xizmetê ye.

Li aliyekî din jî Komîteya Xizmetguzariyê kolana 16`an a taxa Rimêla bi du rûyan û her rûyekî bi qalindbûna 2 cm û bi dirêjahiya 800 m qîr dike.

Têkildarî projeyên qîrkirinê yên ku dê di çend rojên pêş de dest pê bikin, endezyarê Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Reqayê Mihemed Elî wiha got: "Dê werşeya pîşeyî dest bi ziftkirina rêya di navbera pira Sibahiyê û heta bi dagerandina Cezrayê bike. Rê dê bi dirêjahiya 400 m zift bibe, her wiha dê kolana 23`yan a Şibatê ji benda kontrolê ya Meşlib heta bi Sînayê zîft bibe."

Mihemed Elî da zanîn ku Şaredariya Gel hemû kolanên sereke û nesereke zîft dike, her wiha da ku astengî li pêşberî şêniyan dernekevin tevahî rêyan bi hev ve girê didin.

GIRKÊ LEGÊ/MISTEFAWIYÊ

Şaredariya Gel a bajarokê Mistefawiyê ya navçeya Girkê Legê lêçûna 23 milyon lîreyê Sûriyê ji bo temamkirina zîftkirina rêyên bajarok û gundên herêma Aliya veqetandiye.

Gelek rêyên di navbera gundên herêma Aliya ya girêdayî bajarokê Mistefawiyê ku 24 gund pê ve girêdayî ye, zirar dîtine.

Şaredariya Mistefawiyê destpêka salê daxwaznameyek ji Desteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Qamişloyê re şand ku tê de daxwaza sererastkirina rêyên xerabbûyî kir. Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Mistefawiyê Mehmûd Hemdo wiha got: "Ji bo sererastkirina rêyên gundên Aliya me 64 milyon lîreyê Sûriyê veqetandine, lê lêçûna ku desteyê diyar kiriye tenê 32 milyon e."

Ji ber Koronavîsurê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qedexeya derketina derve hatibû ferzkirin, ji ber vê yekê kar û xebat sekinî û sererastkirina rêyan dereng ma.

Têkildarî pêkanîna projeyan Mehmûd Hemdo destnîşan kir ku ew bendewarên Şîrketa Cudî ne, da ku madeya zîftê û xîzê bikirin ku dest bi zîftkirina hin rêyan bikin. Mehmûd Hemdo got dirêjahiya rêyan derdora 5 km ye, ew jî ji gundê Kêr heta bi gundê Sermesaxa Jêrîn e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din