Xebatên Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê

Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê bi rêjeya ji sedî 70 ji projeyên xizmetguzariyê yên sala 2019`an pêk anîne. Şaredariyê projeyên toreya kanalîzasyonê, toreyên avê, vekirina rêyekê pêk anîn. Her wiha xebatên şaredariyê berdewam in.

Navçeya Til Temirê bi 40 km dikeve rojavayê navenda kantona Hesekê. Tê de Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan dimînin. Gelek saziyên xizmetguzariyê yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin. Ji wan yek jî Şaredariya Gel e ku hewl dide xebatên xizmetguzarî ji şêniyan re pêşkêş bike, bi taybet piştî tunekirina çeteyên DAIŞ`ê ji herêmê.

Şaredariya Gel hewl dide plana xwe ya xizmetguzarî ya sala 2019`an ji derdora 3 mehan ve pêk bîne. Şaredariyê xebatên dirêjkirina toreyên kanalîzasyon û avê, vekirina rêyekê li çiyayê Kizwan bi dawî kirine. Ji aliyekî din ve xebatên wê di zîftkirina rêyan û kolanên navçeyê de berdewam e.

Her wiha şaredarî piştî ku alavên pêwîst peyda kirin, hewl dide projeya sererastkirina pirên ku ji ber lehiyan zirar dîtine, pêk bîne. Ev dê veguhestina di navbera gundan û navçeyê de hêsan bike.

Bi rêjeya ji sedî 30 ji taxên rojhilatê navçeya Til Temirê bêyî toreyên kanalîzasyonê bûn. Ji ber wê şaredariyê dest bi projeya toreya kanalîzasyonê di hindek taxan de kir. Dirêjahiya toreya kanalîzayonê 140 metre ye û xizmeta 40 malbatan dike.

Projeya rê

Ji ber baran û lehiyên ku li kantona Hesekê çêbûne, gelek rêyên kantonê zirar dît. Di nav de rêyên gundên çiyayê Kizwan. Ji ber qutbûna rêyan şênî neçar diman bi pêyatî rêyên dirêj derbas bikin û li dora çiya bizivirin heta ku bigihîjin nav zeviyên xwe.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Şaredariya Gel a Til Temirê rêyek ku dûrbûna 20 km heya 6 km kurt dike, vekir û bi bermahiyan sererast kir. Ev rê xizmeta 28 gundên çiyayê Kizwan dike.

Dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê

Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk, warê avahîsaziyê li navçeyê bi pêş ket û fireh bû. Ji bo peydakirina xebatên xizmetguzariyê ji taxên nû hatine avakirin re, Şaredariya Gel dest bi projeya dirêjkirin û sererastkirina toreyên kanalîzasyonê li taxên Şehîd Qusay û Xebat ên rojavayê navçeyê kir.

Zîftkirin û sererastkirina rêyan

Piştî dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê, şaredariyê dest bi qîrkirina rêyên navçeyê ji destpêka meha Hezîranê ve kir. Ji bo wê jî 5 hezar metrekabik ji qîr veqetand. Her wiha şaredariyê hindek rêyan sererast dike û piştre zîft dike. Ji aliyekî din ve xebatên zîftkirina rêyên şaxî berdewam e.

Di hevdîtinekê de bi berpirsê beşa fenî ya Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Goran Mihemed got: "Şaredarî projeya sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û toreyên avê bi dawî kirin û xebatên zîftkirina rêyên navçeyê didomîne.”

Di zivistana borî de ji ber lehiyan û barana ku bi giranî bariye gelek pirên navçeyê zirar dîtin. Li gorî Mihemed ji ber girîngiya piran ên ku gundan, bajarokan û zeviyan bi hev ve girê didin, şaredarî hewl dide 12 piran sererast bike.

Di dawiya gotinên xwe de Mihemed balkişand ser ku şaredariya çiyayê Kizwan, şaredariya Qibûr Xirance bi Şaredariya Gel a navçeyê ve girêdayî ne û derfetên wan gelek kêm in. Ev jî xebatên wan asteng dike.

Mihemed bang li Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan kir ku derfetên pêwîst ji şaredariyên gundan re peyda bikin da ku barê şaredariya navçeyê sivik bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din