Xebatên şaredariyê li kampan berdewam dikin

Şaredariya Gel a Herêma Efrînê dest bi xebatên xwe yên xizmetguzariyê yên plankirî kir. Şêniyên di kampan de dimînin, got "Bi saya xebatên şaredariyê dê zivistan xweş derbas bibe."

Şaredariya Gel a Herêma Efrînê dest bi xebatên xwe yên ji bo amadekariya zivistanê kir. Şaredarî qîrkirina rêya di navbera Dêrcemal û Kefernaya de ya bi dirêjahiya 1 km û kêmberiya 6 m û stûriya 10 cm didomîne.

Li rexê jî rêya sereke ya nava navçeya Kefernaya ya bi dirêjahiya 500 metre û kêmberiya 6 metre sererast dike. Li aliyekî din jî kortên li rêyên di navbera Kefernasih û navçeya Fafînê de sererast dike.

Şaredariya Gel a Herêma Efrînê, pêşniyar kir ku hin bîrên din li kantona Şehbayê bikolin da ku pêwîstiya şêniyan dabîn bikin. Her wiha her 15 rojan li Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê rewşa avê tê çavdêrkirin.

Şaredariya gel alîkariyên ji bo sererastkirina malên wêrankirî pêşkêş kirin.

Rêveberî şaredariyê Mihemed Elo got ku dê li xebatên xwe yên xizmetguzarî yên li kampên Şehbayê beriya ragihandina bidawîkirina wê, vegerin. Her wiha dê parkekê li kampa Efrînê ava bikin. Dê xebatên li kampên Efrîn a navçeya Ehdas û Vegerê ya Ziyaretê ya girêdayî navçeya Şêrawa û Şehbayê ya li bajaroka Dêrcemal, bidomînin.

Şaredariya gel, di hefteyên borî de torên kanalîzasyon li kampên Serdem û Berxwedanê, rêyên sereke û şaxî sererast kirin.

Girêdayî mijarê, rêveberê şaredariya gel a Herêma Efrînê Mihemed Elo got bi awayekî bênavber li gund, navçe û kampên li kantona Şehbayê dixebitin ku amadekariya zivistanê bikin. Elo tekez kir çembera ferzkirî ji hêla rejîma Sûriyê  ve, xebata şaredariya gel û dabînkirina xizmetguzariyên şêniyan asteng dike û wiha bal kişand ser ku şaredariya gel madeya çemento ji şêniyan re peyda dike ku malên wêrankirî sererast bike.

Şêniyê bi navê Zênal Silêman ê ku di maleke wêrankirî de bi cih bûye, tekez kir ku ew malê sererast dike da ku amadekariya zivistanê bike.

Done Îbrahîm tekez kir ku ew li kantona Şehbayê di rewşên dijwar re derbas dibin.  Ji lew re divê rêxistinên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û alîkariyê pêkêşî koçberan bikin.

Done îşaret pê kir ku ew heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, li kantona Şehbayê ne û di berxwedanê de bi israr in.

Şêniyê bi navê Idris Umer jî ku li Kampa Berxwedan dimîne, spasiya şaredariya gel kir û got bi saya kedên şaredariyê dê zivistan baş be."

(fr)

ANHA


Mijarên Din