​​​​​​​Xebatên Komîteya Şaredariyan a Efrînê  yên li dijî Koronavîrusê didome

Komîteya Şaredariyan a Herêma Efrînê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê hemleyên dezenfektekirinê dewam dike û tevî qedexeya derketinê jî xebatên xizmetgûzariyê pêşkêş dike. Hevseroka komîteyê diyar kir ku şênî li gorî biryarên wan tevdigerin.

Ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19) ya bûye pandemiya global li bajarên herî mezin ên cîhanê tevger hatiye rawestandin. Şewba vê vîrûsê bi lez belav dibe û heta niha bi hezaran kes dane ber xwe û bi hezaran jî nexweş in.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî biryara Rêveberiya Xweser, ji 23`ê Adara borî ve qedexeya derketina derve heye. Her wiha gelek tedbîrên xweparastinê hatine girtin ku ya sereke hemelyên dezenfektekirinê ên Şaredariyên Gel in.

Bi zêdebûna xeteriya şewba Koronavîrusê re, şaredariyên gel ên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tedbîran digire û bi hemelyên dezenfektekirinê radibe.

HEMLYÊN DEZENFEKTEKIRINÊ LI SER 5 BEŞAN PÊK TÊN

Hemleyên şaredariyê li ser 5 beşan pêk tên. Di qonaxa yekemîn de hemû navçe hatin dezenfektekirin û cihên giştî yê gilêşê û kanalîzasyon hatin paqijkirin û mêşûmoran hatin reşandin.

Di qonaxa dueymîn de hemû navend, sazî, komîn, dibistan û mizgeft bi madeyên dezenfektekirinê yên taybet hatin paqijkirin.

Di qonaxa sêyemîn de hemû kolan, qad û sûk hatin dezenfektekirin. Her wiha di qonaxa çaremîn de dermanên mêşûmoranên hatin reşandin. Di qonaxa dawî de jî dê dermanên dezenfektekirinê li malan bê belavkirin.  

Li ser mijarê, hevseroka Komîteya Şaredariyan a herêma Efrînê Melek Hisên wiha got: "Dezenfektekirin rojana bi rêk û pêk, pêk tê. Dê hemleyên paqijkirinê li kampan ji gund û navçeyan zêdetir bin, ji ber ku hejmareke mezin ji koçberan li wir dimîne."

Melek got, dê hemleyên wan 6 mehan dewam bikin.

Komîteya Şaredariyan hewl dide hemleyên hişyarkirina şêniyan jî bide destpêkirin, da ku rê û rêbazên xweparastinê û parastina paqijiya giştî bi gel bide nasîn. Her wiha dê li hemû navçeyan li qadên sereke û deriyên ketina kampan, pankertan daliqîne."

KOMÎTETA ZABÎTEYÊ BUHAYAN KONTROL DIKE

Bi berdewamkirina rewşa qedexeya derketinê re, ku dikanên firotina madeyên xwarinê vekirî man, hin bazirganan ev yek bi kar anîn û buhayê madeyan bilind kirin. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê Zabîteya Parastina Serfkaran çavdêriya karê dikanên bazirganiyê dewam dike.

Di vê der barê de Melek wiha got: "Zabîte di rewşa qedexeya derketinê de hewl dide pêşî li keysbaziya bazirganan, bigire."

ŞÊNÎ BIYRAR Û PERSPEKTÎFAN PÊK TÎNIN

Di 30`yê Adara borî de Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê civînek li dar xist û biryarên nû dan. Ji wan biryaran; girtina dikanan di saet 16:00`an de, girtina deriyên ketina kantona Şehbayê û radestkirina kel û pelan ji bendên kontrolê re ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê.

Melek wiha dewam kir: "Şênî biryaran û perspektîfên tenduritstiyê pêk tînin."

DAYÎNA KEHREBE Û AVÊ HATE ZÊDEKIRIN

Bi mayîn şêniyan di malên xwe de, Şaredariya Gel saetên dana kehrebe zêde kirin û dema şuxulandina jenatorên guhert.

Pêxistina jenetoran ji saet 12:00‘an heta 14:00‘an û êvarê ji saet 19:00‘ an heta 00:00‘an dewam dike.

Her wiha bang li şêniyan hat kirin ku parastina paqijiya giştî û şexsî bikin. Lewra av jî zêde tê xerckirin. Li ser vê yekê komîteya şaredariyan banga zêdekirina ava li şêniyan tê belavkirin kir.

Di vê der barê de, hevseroka komîteyê Melek Hisên wiha got: "Av li gorî pêwîstiya paqijiyê tê dayîn. Em bang li şêniyan dikin ku li malên xwe bimînin."

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku heta niha tu rewşên nexwaşiya bi vîrusê nehatine qeydkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku qedexeya derketina derve ku tê payîn heta 15 rojan be, dewam kir û dibe ku hîna bê dirêjkirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din