Xebatên Gerînendeya Çandiniyê ya Minbicê

Gerînendeya Çandiniyê ya bajarê Minbicê û gundewarê xebatên xwe yên sala nû  didomîne. Gerînende desteka mewsima çandiniyê dike.

Gerînendeya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya bajarê Minbicê xebatên xwe yên di çarçoveya geşpêdana çandiyê de didomîne. Xebatan li gorî mekanîzmeya ruxsetê û bi koordîneya komîteyên çandiniyê yên xetan û meclisan ji cotkaran re pêşkêş dike. 

Gerînendeya Çandiniyê semad bi cureyên yorya 46, super fosfat û semadê lihevxistî) pêşkêş dike. Her wiha ji bo avdan, ajotin, berhevkirina hilberînê û derxistina avê ji bîran mazot ji cotkaran re peyda dike. Gerînende desteka hilberîna genim dike, ji ber ku hilberînek stratejîk e û beşek ji ewlehiya xwarinê ye.

Di despêka 2019`an de hejmara ruxsetên zeviyên bi genim hatine çandin gihaştin 646 ruxsetan. Lê mewsima niha de ji 2019`an heya 2020`an hejmara ruxestan gihaştiye 653 ruxestan. Her wiha miqdara genimê ku gerînendeyê belav kiriye gihaşt 490 ton ji genim nerm û hişk. Semadê guncew li gorî pêwîstiya her zeviyekê û mazot li cotkaran belav kirin.

Gerînendeyê 2 hezar û 360 ruxestên zeviyên bi şînkahiyan havînê hatine çandin dane. Mazot ji wan zeviyan re pêşkêş kirin.  Hejmara kargehên pembo gihaştin 36 kargehan. Gerînendeyê 38 cotkarên ji ber şewtên sala derbasbûyî çêbûye zirar dîtine bi koordîneya Şirketa Pêşketina Çandiniyê dabîn kirin.

Gerînendeyê 2 hezar û 943 ruxestên direktoran da û jê re mazot peyda kir, 209 ruxestên derase da û 2 hezar û 400 lître mazot pêşkêş kir û 220 ruxestên patozan dan û 12 hezar lître mazot ji her patozekê re pêşkêş kir.  Her wiha 10 alavên çandiniyê ji bo sererastkirina zeviyan bi ruxest kirin.

Gerînendeyê xebatên xwe di şitilgeha Minbicê ya navendî didomîne. Eleqedariya pêwîst ji avdan û semad pêşkêş dike. Di 2`yê Kanûna 2019`an de dest bi çandina şitlan kir.

Li gorî endamê rêveber ê Gerînendeya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya bajarê Minbicê û gundewarê wê Xalid Oso diyar kir ku pirsgirêka kirîna semadê yorya bi dolarê rastî gerînendeyê hat. Bilindbûn û daketina bihaya dolarê li hember aramiya bihaya kirîna cotkar bû astengî.  Ji ber wê gerînendeyê tenê semadê yorya ji cotkaran re peyda dike.

Oso destnîşan kir ku gerînendeyê di sala 2020`an de di radeya yekemîn de destekdayîn hilberîna genim bişopîne. Semad û mazot jê re peyda bike û desteka çandina şînkahiyên havîn, zivistan, hingar û darên berhemdar bike. Her wiha sotemenî ji alavên çandiniyê re peyda bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din