Xebatên gerînendetiyên çandinî û sotemeniyê

Gerînendetiyên çandinî û sotemeniyê yên katona Girê Spî û Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Minbicê amadekariyên pêşwazîkirina mewsimê çandiniyê ya zivistanê dikin.

Bi nêzîkbûna hatina zivistanê re xebatên gerînendetiyên çandinî û sotemeniyê zêde dibin. Ji wan xebatan yek jî belavkirina mazot û tovan li şêniyan e.

Li gorî Gerînendetiya Sotemeniyê, bi hevkariya meclis û komînan kartên belavkirina sotemeniyê li şêniyan tên belavkirin. Lê heta niha belavkirina mazotê ya ji bo germkirinê li Girê Spî dest pê nekiriye. Tê texmînkirin ku belavkirina heta hefteyekê yan du hefteyan dereng bikeve heta miqdara pêwîst bigihîje gerînendetiyê.

Gerînendeya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê ji bo pêşkêşkirina sotemenî û tovan serjimarek girêdayî erdên bejî û yên avî amade kiriye.

Li gorî gerînendetiyê; firehiya zeviyên bejî li kantona Girê Spî 410 hezar hektar e û yê avî 60 hezar hektar e. Her cotkarek dê ji bo her hektarek zeviya bejî ji 10 heta 20 lître li gorî xwezaya zeviyê mazotê wergire. Girêdayî zeviyên avî jî ji bo her hektarek 60 lître mazot hatiye veqetandin. Belavkirina mazotê li cotkaran didome.

Girêdayî tovan jî, Rêveberiya Xweser buhayê belavkirina her kîloyek genimê paqij ê xirbalkirî bi 180 lîreyên Sûriyê diyar kiriye. Ji bo her hektareke zeviya avî jî 400 kg û yê her hektareke zeviya bejî 150 kg hatiye veqetandin.

Der barê semadê de jî, 250 kg semada fosfat û 250 semada yora ji bo her hektar zeviyê avî û 5 kg semada fosfatê û 5 jî semada yora ji bo her hektar zeviya bejî hatiye diyarkirin.

Hate diyarkirin ku hejmara rûxsetên projeyên avê li kantona Girê Spî derdora 3 hezar û 900 rûxset in.

Hevserokê Gerînendetiya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê ya kantona Girê Spî endezyar Abdullah El-Hesen li ser cureyên tov ku tê payîn li cotkaran were belavkirin ev tişt got:  "Ji ber ambargoya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa şer asta başbûna tovê genim daket, tovên heyî jî herêmê ne. Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser hewl dide her tim cureyê baş peyda bike."

Abdullah El-Hesen destnîşan kir ku wan 7 milyon lître mazot ji bo zeviyên bejî û du milyon û nîv ji bo zeviyên avî xwestine. Her wiha anî ziman ku buhayê tovê ceh hîna nehatiye diyarkirin.

Hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Girê Spî Şadiya Abdullah El-Sebar anî ziman ku heta niha 18 hezar û 647 kartên belavkirina mazotê ji sobeyan li 3 navçeyan hatine belavkirin, Eyn Îsa, Silûk û Cirin. Belavkirina kartan hîn jî didome.

Der bare belavkirina mazotê li cotkaran de jî Şadiya destnîşan kir ku di vê mehê de 536 hezar lître mazot li cotkarên Eyn Îsa, Silûk û Girê Spî hatine belavkirin û hîna jî belavkirin berdewam e.

Minbic

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Minbicê bi hevkariya Saziya Çandiniyê hefteya borî dest bi xebatên xirbalkirin û paqijkirina genimê hişk û yê nerim kiribû, da ku pêwîstiyên cotkaran ji tovê genim peyda bike.

Hevserokê Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî Hisên Xelîl ji cotkaran xwest ku tov ji bazirganên sûkên reş nekirin ji ber çavkaniyê wê ne diyar e.

Xelîl diyar kir ku tov dê demên guncaw û bi buhayê 180 lîre ji bo her kîloyekê dê were peydakirin.

Der barê semadê de jî Hisên Xelîl anî ziman ku semad ê li gorî pêwistiyê were dabînkirin da ku li cotkaran bi buhayê ku Saziya Çandiniyê diyar bike, were belavkirin.

Tov dê di meha Cotmehê de li cotkaran were belavkirin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din