Xebatên Gerînendetiya Kehrebeyê li Kobanê didomin

Bi hatina zivistanê re Gerînendetiya Kehrebeyê ya Kobanê hewl dide pirsgirêkên torên kehrebeyê yên bajêr û gundewarên wê çareser bike.

Gerînendetiya Kehrebeyê ya Kantona Kobanê bi şev û roj xebitî û di encamê de tevahiya xebatên sererastkirina têlên kehrebeyê yên li kantonê bi dawî kirin da ku pirsgirêka qutbûna kehrebeyê di rojê de çareser bike û bandorê li karê nexweşxane û saziyan neke.

Gerînendetiyê di vê dawiyê de girîngî daye stasyona sereke ya kehrebeyê ya ku ji bendava Tişrînê tê û berpirsa belavkirina kehrebeyê ji tevahiya kantonê re ye. Ji ber ku hinek torên wê di bin erdê re li ser rêya Heleb hatiye dirêjkirin û zehmetî di dîtina cihê pirsgirêkê de dibîne.

Serokê Gerînendetiya Kehrebeyê ya kantona Kobanê Mihemed Xan Elî der barê mijarê de got: "Ruxmî zehmetiyên ku me kişandine, lê me qonaxa yekemîn a sererastkirina pirsgirêkan bi dawî kir. Li pêşiya me qonaxa duyemîn maye û em ê di vê qonaxê de têlên kehrebeyê yên ku ji ber bermahiyên topan zirar dîtine, çareser bikin.”

Mihemed Xan Elî bang li şêniyên kantonê kir ku pêwîst e kehrebeyê zêde xerc nekin û wiha domand: “Em bi şev û roj ji bo rehetiya şêniyan dixebitin. Em hêvî dikin ku ew jî bi berpirsyarî kehrebeyê bi kar bînin.”

Gerînendetiya Kehrebeyê niha hewl dide li hinek herêman veguhêzên kevn bi yên mezintir biguherîne.

Têkildarî bikaranîna kêmkirina saetên dayîna kehrebeyê di zivistanê de Gerînendetiya Kehrebeyê piştrast kir ku li cem wan tu bername di vî warî de tune ne û heke pirsgirêk çênebûn, wê kehrebe qut nebe.

Şêniyên kantonê di havîna borî de ji ber qotbûna kehrebeyê astengî kişandin. Hin caran di rojê de 18 saet kehrebe qut dibû, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker asta herikîna ava çemê Firatê kêm dikir.

ANHA


Mijarên Din