Xebatkarên firinan bergiriyên xwe digirin û karê xwe didomînin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saziyên ku ne di nava biryara qedexeya derketina derve de ne, ji bo pêşîlêgirtina derbasbûna vîrusê li herêmê, tedbîrên xweparastinê yên pêwîst digirin.

Xebatkarên li navendên giştî yên ne di nava biryara qedexeya derketina derve de dixebitin, tedbîrên pêwîst ji bo xweparastina ji Koronavîrusê (Covid-19) digirin û pêwîstiyên şêniyan bi cih tînin. Firin jî yek ji wan navendan in.

Bi armanca xweparastina ji vîrusê firinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saetên xebatê ji 24 saetan daxistin 14 saetan ku ev yek pêşî li kombûna ber deriyê firinan digire. Ji van firinan yek jî Firneya Şemis a nan e ku berî 3 salan li bajarê Qamişlo vebûye.

Xebatkarên firinê dema dixebitin mask û lepikan li xwe dikin û alavên karê xwe dezenfekte dikin. Her wiha li şûna 45 xebatkaran tenê 30 kes dixebitin.

JI BO TENDURISTIYA ME LI MALÊN XWE BIMÎNIN

Têkildarî belavkirina nan li şêniyan, xwediyê firinê Abdulrehîm Mehmûd destnîşan kir ku ew di saetên sibê de bi erebeyên taybet nan ji xwediyên dikanan û bazirganên li gundan û li navenda bajarê Qamişlo belav dikin da ku ew jî bifiroşin şêniyan.

Mehmûd bang li şêniyan kir ku kombûyînan li pêşiya firinê çênekin û xwe pir nêzî kesî nekin û wiha dewam kir: "Armanca me xizmeta gel e û peydakirina madeya nan ji wan re ye. Lê dîsa jî em bang li gelê xwe dikin ku tenê dema pêwîstiyê ji malên xwe derkevin da ku parastina tenduristiya xwe û civakê bikin."

Ji bo parastina tenduristiya giştî û pêkanîna tedbîran da ku rê li pêşiya kombûnên li pêş firinê bigirin, Mehmûd da zanîn ku wan hejmara xebatkarên firinê kêm kiriye. Abdulrehîm Mehmûd got firin rojê 17 ton nan berhem dide.

eh

ANHA


Mijarên Din