Xebata li rêyên Goristana Şehîdan a Minbicê dike biqede

Xebata Şaredariya Gel a Minbicê ya projeya zîftkirina rê û qadên Goristana Şehîdan a Minbicê ber bi dawiyê ve diçe.

 

Di çarçoveya gelek proje û planên xizmetguzariyê de ku Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên Wê pêk tîne, Buroya Pîşeyî ya şaredariyê lêkolînek der barê rê û qadên goristanê li aliyê başûrê bajêr kir.

Li gorî projeyê dê zîftkirin û sererastkirina rê û qadên hundir û derveyî goristanê pêk bê, paşê dê xîz lê bireşînin.

Di 26`ê Îlona çûyî de, Şaredariya Gel dest bi pêkanîna projeya xwe kir û niha ber bi bidawîkirina wê ve diçe, proje ji 5 hezar metre çargoşe ye û dê 4 milyon lîreyên Sûriyê lê biçe.

Berpirsê projeya rê û qadên goristanê endezyar Xelîl Ebdullah wiha got: "Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê û li her bajarî, divê di asta girîng a xizmetê be, ji ber vê yekê piştî lêkolînan me dest bi pêkanîna projeyê kir."

(jo)

ANHA


Mijarên Din