Xebata kolektîf kolanên Ehdasê ronî kir

Hejmarek komînên navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi awayekî kolektîf kolanên xwe ronî kirin.

Piştî êrişên komên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê binesaziya wê wêran bûn. Ji ber wê kolanên navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi şev tarî ne. Ji ber ku di kolanan de çire tune ne.

Ji taybetmendiyên gelê Kurd ew e ku hîmên jiyanê li her derê diafrînin. Dar, kulîlk û şînkahî diçînin û avahiyên wêrankirî ji nû ve ava dikin.

Di dirêjahiya aloziya Sûriyê de şer li kantona Şehbayê rû dan û çeteyên Tirkiyê DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrişî wê kirin. Ji ber wê binesaziya wê û malên sivîlan wêran bûn û rêjeya çandiniyê qels bû.

Di destpêka sala 2018`an  de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kirin û dagir kirin. Ji ber wê şênî neçar man ber bi kantona Şehbayê ve koçber bibin

Dîmenên Şehbayê piştî du salên koçberiyê hatine guhertin. Şêniyên Efrînê dar û gul tê de çandin. Malên wêrankirî restore kirin. Her wiha Şaredariya Gel a herêma Efrînê li gorî derfetên sînordar hinek xebatên xizmetguzarî pêşkêş kirin.

Ji demek kin ve, komînên navçeya Ehdas bi hevkariya şêniyên Efrînê yên ku li navçeyê dimînin, rêyên navçeyê ronî kirin.

Zêdetirî 100 mal tev li vê xebatê bûn. Şêniyên li gorî derfetên xwe yên madî 100 heya 300 lîreyên Sûriyê dan da ku 400 lambe bikirin û tevahiya kolanên navçeyê ronî bikin.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Xizmetguzarî ya Komîna Duyemîn a navçeya Ehdas Umer Henan got: “Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker em ji warên xwe koçber bûn. Vir jî ji ber çeteyên DAIŞ û çeteyên artêşa Tirk a dagirker wêran bûye.”

Umer xebatê komînan silav kir û got: "Me komînên xwe ava kirin, mal sererast kirin, me alîkariya şêniyan kir û ambîr li ser wan belav kir."

Têkildarî projeya ronîkirinê Umer got: "Me 400 lambe belav kir. şaredariyê jî têla kehrebeyê ji bo ku kehrebe bigihêje lambeyan peyda kir. Em bi vê xebatê rabûn da ku kolanên xwe ronî bikin. "

Girêdayî mijarê jina bi navê Zelûh Reşîd spasiya hevgirtina komînê ji bo pêkanîna projeyê kir.

Jina bi navê Orya Mihemed teqez kir ku ji bo rizgarkirina axa xwe ew piştgiriya hev du bikin û liber xwe bidin û wiha domand: "Ne tenê di vê projeyê de em piştgiriya hev du dikin lê belê em ê hêza xwe bikin yek heta ku Efrîn rizgar bibe. Projeya me ya mezin rizgarkirina Efrînê ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din

HPC parastina welat dike