Xebat û projeyên Şaredariya Gel a Mergedê

Şaredariya Mergedê ya kantona Hesekê hewl dide ji sererastkirina pireyan, xebitandina istasyona şirînkirina avê, xebatên ji bo vegerandina kehrebeyê, di her aliyê xebatên xizmetguzariyê de bi demê re ketiye pêşbirkê.

Bajarokê Mergede bi 40 km ji navçeya Şedadê ya kantona Hesekê dûr e. Mîna gelek bajar û bajarokên bakurê Sûriyê ji ber dagirkirina komên çeteyan wêran bûye. Hejmarek gundên girêdayî wê wêran bûn û avahiyên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin. Ev tişt jî barê Şaredariya Gel a bajarokê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, giran dike.

Di plansaziya Şaredariya Gel a 2018`an de şaredariya Mergedeyê bermahiyan ji mal û saziyên wêrankirî yên bajarok û gundewarê wê rakirin. Her wiha bi gelek hemleyên paqijiyê rabû da ku kolanan paqij bike. Sûka gelêrî ya mezin bi rêxistin kir û ew bir derveyî bajarok.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest bi vekirina saziyên sivîl û xizmetguzarî kir da ku pêdiviyên şêniyan piştî salên zlumê di bin serweriya DAIŞ`ê de peyda bike. Ji saziyên rêveberiyê ya herî çalak Şaredariya Gel e. Şaredarî hewl dide tevahiya hîmên jiyanê ji bajarokê re peyda bike.

Girêdayî kar û xebatên şaredariyê di vê demê de û plansaziya wê, hevseroka Şaredariya Gel a Mergede Selwa Deqmaq  ji ajansa me re axivî. Selwa got: “Ji girîngtirîn destkeftiyên sala 2019`an, sererastkirina pireyên ku çeteyan wêran kirine, ye. Ev pir bajarokê bi navçeyan, kantona Hesekê û Dêrazorê ve girê didin.

Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê piraniya toreyên ava vexwarinê û stasyonên şêrînkirina avê wêran kirine. Şêniyên li bajarok pirsgirêka  kêmbûna ava vexwarinê dijîn. Ruxmî hebûna sahrîcên avê, lê dûrbûna mezin li pêşiya gihandina avê ji hemûyan re dibe asteng.”

Selwa Deqmaq destnîşan kir ku Şaredariya Gel ji bo peydakirina avê, bi 4 sahrîcan re peyman mohr kiriye da ku pêdiviyên şêniyan ji avê peyda bikin û astengiya dûrbûnê di navbera kantona Hesekê û bajarokê de derbas bikin. Selwa got: “Dûrbûna di navbera her duyan de dighêje 120 km. Ava vexwarinê ji stasyona ava El-Sebha ya ku digihêje navçeya Sewirê dihat peydakirin. Ev stasyon di vê dawiyê de hate sererastkirin, lê heta vê kêliyê neketiye meriyetê."

Selwa diyar kir ku ji bo derbaskirina vê aloziyê,  çareseriya herî guncaw xebitandina stasyona şêrînkirina avê ya Mergedeyê ye. Selwa wiha got: “Ji bo xebitandina stasyonê wan lêkolînek (nirxandike) pêşkêşî Gerînendeya Avê kiriye û ew li benda erêkirinê ne.”

Heta toreya kehrebeyê ji kiryarên DAIŞ`ê nefilitîn û hatin wêrankirin.

Di vî warî de Sewla îşaret pê kir ku niha ew bi hevkariya Desteya Enerjiyê ya kantonê hewl didin kehrebeyê bighînin bajarok û gundewarê wê.

Niha xebat ji bo sererastkirina bircên kehrebeyê li gundê Kişkiş El-Cebûr ê ku bi temamî wêran bûye, tê kirin. Selwa got: “Piştî sererastkirina pirsgirêkan li gund dê kehrebe bi temamî bighêje bajarok û gundewar."

Endamê beşa fenî ya  şaredariyê Emmar Ziyanat tekez kir ku wan xebatên avakirina her sê pireyên xeta rojhilat ên ku bi temamî wêran bûne bi dawî kirine. Ev jî pireyên Sercîn, gundê El-Selca û gundê Kişkiş a Mezin. Ev her sê pire herêm û gundan bi hev ve girê didin her wiha Hesekê û Dêrazorê bi hev ve girê didin.

Ziyanat diyar kir ku hewldanên wan ji bo sereraskirina toreyên kanalîzasyonê yên ku ji heft salan ve ji xizmetê derketine hene. Di vî warî de projeyek ji Desteya Şaredariyan re pêşkêş kirine û wan soza pêkanîna projeyê daye.

Di dawiyê de Ziyanat bang li aliyên têkildar kir ku alavên pêwîst ji şêniyên gundên Kişkiş El-Cebûr û El-Fedxemî re bê pere pêşkêş bikin da ku bermahiyan ji gundê xwe rakin û alîkariya şêniyan bikin da ku carek din gundên xwe ava bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din