Xebat û projeyên Kampa Veger ê

Rêveberiya Kampa Veger a navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê, proje û xebatên xizmetguzarî ji şêniyên kampê re vekirin. Rêveberiya kampê vekirina stadek û parkek ji zarok û ciwanan re lêkolîn dike.

Kampa Veger dikeve gundê Ziyaretê ya li navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê. Li kampê derdora 101 kon hene û tê de 475 kes dimînin. Kamp ji ber israrkirina şêniyên Efrînê ya vegera li warên xwe û berxwedana li hemberî tevahî astengî û dijwariyan, hat binavkirin.

Kamp di Cotmeha îsal de bi însiyatîfa gel, hevkariya Desteya Herêmî û şaredariyên Herêmêa Efrînê hat vekirin.

Rêveberiya kampê da ku daxwazên şêniyên kampê yên xizmetguzarî û pêdiviyên rojane pêk bîne, gelek projeyên dikevin xizmeta şêniyan, lêkolîn dikin.

Projeyên ku pêk hatine...

Bi dirêjahiya 10 mehan, sûka gelêrî da ku pêdiviyên şêniyan ên rojane pêk bînin, hat vekirin.

Ji aliyê tendirustiyê ve, nuqteya bijîşkî ya li kampê 24 saetan bê navber bi rêya gerên li nava konên şêniyan, ewlekirina rewşên tendirustî û dabînkirina dermanan, dixebe.

Da ku behre bên geşkirin û zarok li ser floklor û çanda Efrînê ya resen bên perwerdekirin, koneke taybet tê de zarok li ser govend û stranên floklorî tê perwerdekirin, hat vekirin. Da ku çand û hunera Kurdî ya ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê hewl dide îmha bike, biparêzin.

Bi îsiyatîfa xweser, şêniyên kampê di hefteyê de 2 rojan li ser perwerdeya fikrî, perwerde dibin. Her wiha perwerde di bin çavdêriya rêveberiya kampê de tê dayîn. 

Weke hemû kampên koçberên kantona Efrînê (Berxwedan û Serdem), şêniyên kampa Vegerê li pêş konên xwe darên zeytûn, giya, sebze û kulîlkên cur bi cur, çandin.

Nûçegihanê ajansa me di nava kampê de geriya û bi niştecihên kampê re hevpeyvîn çêkir.

Niştecihê bi navê Esmet Bakîr wiha got: "Berxwedan û israrkirina me li beramber tevahî astengiyan, rêbaza vegera li Efrîna rizgarkirî ji hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ye. Em bi koçberî û derketinê nafikirin. Li ser rêya berxwedanê berdewam in."

Nişteciha bi navê Fatme Sadiq a ku êşa koçberiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ji bajarê Helebê heta Şamê û piştre Efrîn û kampa Vegerê kişandiye wiha axivî: "Êdî bes e ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên terorîst. Em bang dikin ku wan di zûtirîn dem de ji Efrînê derxin, da ku em vegerin warên xwe û bi aştî û aramî jiyan bikin."

Derbarê plan û projeyên li kampê de, endamê rêveberê kampa Vegerê Hesen Mistefa wiha anî ziman: "Rêveberiya kampê ji dema vekirinê de gelek xizmetguzarî ji şêniyan re pêşkêş kirin. Her wiha hin amadekariyên din jî hene, bi taybet ji zarokên ku êş di dema bombebarankirina dagirkeriya Tirkiyê li ser kantonê de, kişandin e.”

Hesen Mistefa got: “Xwesteka yekane ya şêniyan, vegera li Efrînê ye.”

Li gor rêveberiya kampê, xebat li ser avakirina park û lîstokgeheke ji zarok û  ciwanan re, da derûniya xwe vehesînin û ji hewaya şer dikevin, tê kirin.

Leşker û çeteyên artêşa dagirker a Tirk dem demê gundên Şêrawa û derdora kampê bi roket û çekên giran topbaran dikin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din