Xaniyên prîket ên Merkelê yên li Idlibê

Çapemeniya alîgirê AKP'ê bi germî mijara xaniyên prîket (bilok) ên li Idlibê derxist pêş û vîdeoyên wê belav kirin. Yên ku ew xanî çêkirine, bi kêfxweşiyeke mezin "xizmet" û "berhem"ên xwe vedigotin. "Mîmara sereke" ya bajarê prîket jî bê guman serokwezîra Almanyayê Angela Merkel e.

“5 kîlometre ji sînorê Tirkiyê dûr, li herêma Meşhed Ruhîn bajarekî nû hate avakirin. Çêkirina 50 hezar xaniyên li Idlibê ji bo penaberên Sûriyê, bi dawî bû. ” Ev nûçe ji rojnameya Hurriyet a Tirkiyê ya 2'yê Çileyê ye. Wêneyên nûçeyê jî hatin pêşkêşkirin. Li çiya û beyaran xanî lê kirine lê qet jî naşibin xaniyên asayî, ji ber ku tiştên ku tên avakririn, ne xanî ne.

Piraniya xaniyên prîket bi ebatên 4x4 û yek ode ne. Banê wan xaniyan branda (naylon) e û mitbax, destavxane û hemam jî lê tune ne. Gerînendeyê ku kincên "Komeleya Xêrxwaziyê" lê ne jî, diyar dike ku di vê "sîteyê" de destaxane û hemamên giştî ji bo jin û mêran têne çêkirin û dibêje :"Jinebiyên ku di şer de mêrên xwe winda kirin dê li van xaniyan bijîn."  Ji ber ku li xaniyan mitbax, serşok û destşok tune ne, li "bajar" binesaziya elektrîk, av û kanalîzasyonê jî tune ye. (https://www.youtube.com/watch?v=awribSw3ESI)

Diyar e ku di avakirina xaniyan de îşaret bi "hiyerarşiyê" hatiye kirin. Ji bo serokên çeteyan û xizmên wan bêtir xaniyên "luks" hatine çêkirin. Lê li gel her tiştî jî, "prîketan" wekhevî û dad peyda kiriye. Ji ber ku hemû xanî prîket in.

32 xaniyên prîket ên luks (!) ji bo "emîr" û "cîgirên" wan ên ku qehremaniyeke (!) pêşeng nîşan daye, hatine veqetandin ku li Kobanê, Efrîn, Reqa, Lîbya û Qerebaxê sax man. Banê wan ne branda ye lê beton e. Mitbex, destşok û serşokên xaniyan ên di vê "sîteyê" de jî di hundirê xaniyan de ne. Di nava van xaniyên prîket ên "luks" de, Tayyîp Erdogan û hevsera wî Emîne Erdogan "fînansekirina 57 xaniyan kir”. 81 waliyên parêzgehên Tirkiyê pênc hezar prîket bexş kirine. (https://www.trthaber.com/videolar/turkiyenin-briket-evleri-idliblilere-umut-kapilari-aciyor-51006.html)  Erdogan, hevsera wî û waliyên wî ew pere ji ku derê anîne jî, ew jî mijareke din e.

Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û Komara Federal a Almanyayê, li hember dagirkirina herêmên Sûriyê û Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve û koçberkirna bi hezaran kesan ji wan herêman, bê deng man lê destekê didin dagirkirina van herêman bi destê dewleta Tirk da ku "herêmên ewle û çêkirina xaniyan" dom bike û piştgiriyeke eşkere dan.

Dema ku mirov lê vegere û li rûdanên du salên dawîn binêre, diyar dibe ku ev bajarê prîket di çarçoveya planeke navneteweyî de tê çêkirin, koordînatoriya konsorsiyuma mezin jî serokwezîra Almanyayê Merkel dike û dewleta Tirk û Erdogan jî herî zêde taşeronên wê projeyê ne.

Serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna waliyan de ku di 5’ê Îlona 2019’an li dar ket, diyar kir ku Ewropa alîkariyên sozdayî bi cih neanîne û got:"Ger li Sûriyê herêma ewle tune be, dibe ku em neçar bimînin ku deriyan vekin.”

Di 23’yê Îlona 2019’an de, di Civata Giştî ya NY’yê ya 74’an de, Tayyîp Erdogan got herêmên sînor ên Sûriyê yên li ser nexşeya di destê wî de, dê bibe "herêmeke ewle". Em ji pirtûka "Odeya ku Lê Bûyer Qewimîn" ku ji hêla John Bolton ve hatiye nivîsandin, fêr dibin ku ev nexşe ji hêla nûnerê taybet ê Sûriyê yê DYA’yê James Jeffrey ve, di Mijdara 2018’an de hatiye amadekirin û pêşkêşî serokê DYA’yê Trump hatiye kirin.

Tayyîp Erdogan, di hevdîtina xwe ya ku li gel serokwezîra Almanyayê Angela Merkel de ku li New Yorkê di 24'ê Îlona 2019`an de pêk hat, herêmên ku penaberên ku dê vegerin Sûriyê li bêne bicihkirin, vedibêje. Merkel jî dibêje:“Em piştgiriyê didin hewldanên herêma ewle. Ji bo sivikkirina barê Tirkiyê hewldana me heye û pêdivî pê ye ku em fona penaberan zûtir bidin". (Habertük-24 Îlon 2019)

Di 24'ê Îlona 2019’an de, bi piştgirî û erêkirina NY, DYA, YE û Rûsyayê, dewleta Tirk axa Rojava bi 120 kîlometre bi firehî û 35 kîlometre ber bi hundir ve, dagir kir.

Di 22.10.2019 de, Merkel têkildarî pêşniyara "herêma ewle ya navneteweyî" ya ku ji hêla wezîrê parastinê Annegret Kramp-Karrenbauer ve ji bo bakurê Sûriyê hate kirin, got:: "li gel ku gelek pirsên têkildarî wê hene jî, pêşnûma hêvîbexş e û hêjayî ceribandinê ye". (Deutsche Welle, 22.10.2019)

5’ê Çileya 2019’an Tayyîp Erdogan bi rojnamegerên Tirk re hate gel hev û got "Me bi Brîtanya, Almanya û Fransayê re civîk çêkir… Ez nav nadim, lê tenê welatekî soz da ku piştgiriyê bide me." Welatê ku Erdogan navê wî neda, Almanya bû.

Merkel, 2’ê Adara 2020’an, piştî Civîna Entegrasyonê ya 11'an li Berlînê bi daxuyaniyekê got:"Niha li sînorê Sûriye-Tirkiyê ji me re wargehek ewle ya bi hezaran Sûriyan pêwîst e" û di civîna koma parlamentoyê ya Yekitiya Xiristiyanan (partiyên CDU/CSU)  a 3’yê Adara 2020'an de got: "Ji bo ku pêşî li karesata mirovî ya li Sûriyê were girtin, divê bi civaka navneteweyî re, di nav Sûriyê de herêmeke ewle were avakirin." (Reuters, 4 Adar 2019)

Almanya û serokwezîra wê Merkel li hemberî koçberkirina Kurdan tu bertekek cidî raber nekir lê belê çima ev qas dixwaze ku dewleta Tirk li xaka Sûriyê “herêmeke ewle” çêke ku tê de nêzî milyonek mirov dikarin biêwirin?

Almanya-Tirkiye têkiliyên “kûr” ên dewleta Osmanî didomînin û îro sedemên rastîn ên domandina piştgiriyê hene.

Li gorî daneyên sala 2019'an ên Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’yê (UNHCR), ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê 5,7 milyon mirov koçber bûn. Ji van penaberan milyonek çûne Ewropayê. Ji sûriyên ku çûne Ewropayê, 770 hezar kesan xwe li Almanyayê girt. Ji sedî 74,9 penaberên sûrî yên li Almanyayê dijîn, bi alîkariya civakî dijîn. Ji bo her kesekî mehane 424 euro alîkarî tê peydakirin.

Almanya pirsgirêkên civakî, siyasî û çandî yên ku penaberên ji Sûriyê bi xwe re tînin û mesrefa wan hesab dike. Dema ku dor tê ser hesabên pere û karsaziyê, dev ji serweriya welatan, hiqûq û exlaqê navneteweyî berdide.

Hikumeta Federal a Almanyayê û serokwezîra wê Angela Merkel, YE her carê li dijî pêşniyara rawestandina alîkariya ji bo Tirkiyê derket û heya dawiya piştgiriya siyasî û aborî ya ji bo Tirkiyê berdewam kir.

Yekitiya Ewropayê di çarçoveya "Lihevhatina Penaberan" de teqsîda dawîn a 780 milyon euro ya ji 6 milyar euro di 17’ê Çileya 2020’an de da. YE’yê di demeke herî nexweş a ji ber mijarên Lîbya, Deryaya Egeyê û Deryaya Spî de û ji ber aloziya li Qibrisê, alîkariya darayî da Tirkiyê. Dîsa, 485 milyon euro “alîkariya darayî ya zêde" ku ji bo penaberên ji Sûriyê, da Tirkiyê. (Deutsche Welle, 23.12.2020)

Ji ber aloziyên heyî, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, ji bo alîkariya darayî ya Tirkiyê, ew di razîkirina dewletên Yekitiya Ewropayê de zehmetî dikişand. Ev "çare" hate dîtin; çavkaniya darayî ya hatiye peydakirin dê ne rasterast ji bo hikumeta Tirkê ji rêxistinên sivîl ên ku projeyan pêk tînin, were veqetandin. Dewleta Tirk di vî warî de ji zû de amadekarî kiribû.

Alîkariya darayî ya Yekitiya Ewropayê ya ji bo penaberên ji Sûriyê, dê li Turk Kızılayı, Sadaka Taşı, Hayrat, Însanî Yardım Vakfı (İHH), Deniz Fenerî, Turkiye Diyanet Vakfı, Aziz Mahmut Hudayi Vakfı, Yedi Başak Însanî Yardım Dernegi, Îstanbul Fetih Cemiyeti, KIYAMDER û Beşir Dernegi re bihata kirin û weqf û komeleyan bi koordînatoriya  Saziya Birêvebirina Afat û Rewşa Awarte (AFAD) dê li Idlibê bajarekî prîket ji 50 hezar xaniyan ava bikira. Taybetmendiya hevpar a van weqfan ew bû ku nêzîkê hikumeta AKP/MHP’ê bûn û alîkariya El-Qaîde, El-Nusra û çeteyên DAIŞ'ê dikir. Her wiha ew bû ku wan ji bo Weqfa ENSAR ku navê wê tim û tim mijara tacîz û tecawizê ye, kampanyayeke piştgiriyê pêk anîbû.

Alîkariyên ji Yekitiya Ewropayê bi saya van weqf û komeleyan ji hikumeta AKP-MHP’ê re hatin veguhastin. Ji van feydeyan, miqdara ku ji bo 50 hezar xaniyên prîket hatiye xerckirin, mijarek e ku hêjayî lêkolînê ye.

Ne hewce ye ku mirov pispor be ku bibîne materyalên ku ji bo van xaniyên prîket hatine bikaranîn, materyalên herî erzan in û were fehmkirin ku ev xanî ji bo jiyan û tenduristiya mirovan ne guncaw in. Her tişt di vîdeo û wêneyan de aşkera dibe. (https://www.youtube.com/watch?v=u77Zthh-Qmc)

Dewleteke ku bi piyangoyên neteweyî ji xwe re budçeyê çêdike, ferasete ku ji avahiyan ji bo xwe çêdike jî hesin û qûm didize, dê çawa ji alîkariyên ji bo koçberên ji Sûriyê jî nedize û mal û xaniyan li gorî rê û rêbazan çêke? 

Malperek nûçeyan li ser nûçeyên bajarê prîket ku ji 50 hezar xaniayn pêk tê, sernavê "Bila Yekitiya Ewropayê were û xaniyên li Idlibê bibîne" çêkir. Sernav mafdar, lêhatî û rast e. Ji ber ku dahênera rastîn a van xaniyên prîket û “herêma ewle” bi dewleta Tirk da avakirin, Yekitiya Ewropayê ye. "Mîmarê sereke" yê bajarê prîket jî, bê dudilî, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel e.

Ger navek ji bo vî "bajarê" ku ji 50 hezar xaniyên prîket were dîtin, yê herî baş jî dê "Merkel City" be.

ANHA