Xan Şêxûn… girîngiya wê ya stratejîk çi ye?

Her ku gurbûnek û dijwariyek di pêvajoya aloziya Sûriyê de çêdibe, bajarê Xan Şêxûnê yê Sûriyê dikeve rojevê. Her tim weke deverke stratejîk hatiye naskirin. Tê gotin ku bûyere kîmyewî ya Xan Şêxûnê helwesta dewletên mezin ên cîhanê derbarê aloziya Sûriyê de guherî ye, gelo girîngiya vî bajarî çiye?

Li gundewarên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê, di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê şerên dijwar dewam dikin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê pêş dikevin û gundên Medaya û Merdem xistin bin kontrola xwe, ku dikevin bakurê rojavayê Xan Şêxûnê, beriya wê jî bi çend seatan gundên Abdîn û Kefertab vegerandibûn, niha berê pevçûnan li ser gundê Rekaya ye, bi vê navberê de Xan Şêxûn û mezrayên wê û Tira û Temanaa bombaranên dijwar pêk tên.

Erdnîgariya Xan Şêxûn

Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyê dikeve, ferehiya wê 28 hiktar in, ew bêhtir nêzîkî bajarê Hemayê ye, 35 km`an nêzî hemayê, 100 km nêzî Helebê û 75 km nêzî Idlibê ye.

Ji destpêka şerê di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de Xan Şêxûn kete rojevê, ew her tim di nava planên leşkerî yên rejîma Sûriyê de bû, sedemê wê jî ev in; ev bajarê di hêla erdnîgarî de girêdayî bajarê Miret Elnûman e, ku ew bajar çavkaniya civakî ya hêzên çekdar yên li dijî renîmê ye, ji bo wan koman cihekî stratejîk e, her wiha ew girêdayî Idlibê ye û nêzî Hemayê ye.

Gelek komên çekdar serweriya ser bajêr kirin ji wan (Ehrar El-Şam, Ceyiş El-Nesr, Ceyiş Idlib El-Hur, Cundul Eqsa yên nêzî DAIŞ`ê û Heyet Terhrîr El-Şam (Cebet El-Nusra).

Di rojeva cîhanê de bû

Xanşêxûn ji rojeva cîhanê derneket, ta ku nîsana 2017`an bûyera komkujiya kîmyewî pêk hat, wê çaxê bû rejeva rojane ya cîhanê.

Piştî bûyera kîmyewî serokê Amerîkayê Donald Trump derket û got ku helwesta wî der barê aloziya Sûriyê de hate guhertin, li ser fermana Trump 50 mûşekên Tomahok`ê ber ser baregehê rejîmê barîn.

Ajansa Sputnîkê ya Rûsî, di Sibata 2019 ji çavkaniyên ji Idlibê ragihand ku "Çekdarên rêxistina "Cebhet El-Nusra bi alîkariya endamên Kumikên Spî û pisporên Ewopî konvoyek cereyên gazên Kolorê ji Cisir El-Şixûr veguhestin gundewarê başûrê Idlibê."

Her wiha Sputnîkê di raporeke xwe de ya Tebaxa 2018‘an destnîşan kir ku 80 konvoyên leşkerî derbasî deriyê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê Sûriyê bûn. Çavkaniyan ji ajansa navborî destnîşan kir ku 8 kamyon bi deboyên plasîtîkî yên spî biçûk bar kiribû ku bi madeya kilor a avî barkirî barên xwe li bargeha Partiya Islamî ya Tirkistanî li gundê Heloz ê rojavayê Cisir El-Şixûr vala kir.

Rojnameyan û malperan yên bûyerên li Sûriyê dişopînin di gelek raporan de teqez kirin ku destê Tirkiyê ku veguhestina madeyên kîmyewî ji komên çete yên li Idlib û derdora wê de hene.

Girêka navendî û rêyên stratejîk ên girîng

Bajarê Xan Şêxûn xwedî girîngiyeke leşkerî ye ji ber ku nêzî eniyên şer ên Hema ne, lê ya herî girîng ji bo rejîmê ew e ku ev bajêr girêkeke navendî ye ji ber ku cihên çalak ên Bakurê Sûriyê kontrol dike.

Hêzên Rejîma Sûriyê di rojên dawî de an ku piştî herêma Hibêt a startejîk  girt lez da operasyonên xwe yên leşkerî li herêmê û ber bi Xan Şêxûn ve bi pêş de diçe.

Xan Şêxûn wekî nuqteyek veguhestinê tê naskirin, li gel ku rêya otostrade diwelî (Şam – Heleb) ye wekî korîdora derbaskirina madeyan e.

Hêzên Rejîma Sûriyê hewl dide Xan Şêxûn bixe bin kontrola xwe da ku gundewarê başûrê Idlibê ji gundewarê bakurê Hemayê qut bike. Ev sînaryo di çarçoveya parçkeirina herêmên şer de tê. Mîna vê sînaryo di şerên li Xûtaya Rojhilat ya Şamê  û beriya wê Helebê ji aliêy hêzên rejîmê û Rûsya ve hate meşandin.

Heger hêzên rejîmê Xan Şêxûn serwer bike, ew yek tê wateya ku dê herêmên niha yên di bin serweriya komên çeteyên girêdayî dewlet Tirk de ji hev qut bike.

(kn)

ANHA


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn