​​​​​​​Xabûr FM bûye çavkaniya biratiya gelan

Di 6`emîn salvegera damezirandina radyoya Xabûr FM de, radyo bû deng û çavkaniya biratiya gelan û hemû pêkhateyên bajarê Hesekê.

Radyoya Xabûr FM beriya 6 salan hate avakirin da ku li herêma Hesekê û gundewarên wê weşana xwe bike.

Xabûr FM di destpêkê de rastî gelek zehmetiyan hat. Weşana wê gelek caran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat qutkirin lê wê xebatên xwe dewam kirin û bernameyên xwe pêşkêş dike da ku bibe dengê biratiya gelan li bajarê Hesekê û navçeyên wê.

Endam û pêşkêşa Xabûr FM Bêrîtan Xalid 6`emîn salvegera damezirandina radyoyê li hemû rojnamevanên ku li ser rêya azadiyê meşiyan, pîroz kir.

Bêrîtan Xalid diyar kir ku radyo ji bo çanda pêkhateyan ji gelên herêma Xabûr re pênase bike, dengê rastiyê û derxistina wateya rast a biratiya gelan li herêmê bi hewldanekê ji bo avakirina civakeke demokratîk hate damezirandin.

Radyoya ku tevî gelek zehmetiyan xebatê xwe didomîne, piştî bajarê Serêkaniyê hate dagirkirin endamên Radyoya Waşûkanî ku weşana wê ji Serêkaniyê bû pêşwazî kir da ku weşana xwe bi rêya înternet berdewam bike her wiha nûçegihanên wê xebatên xwe li Hesekê dewam bikin.

Bêrîtan Xalid wiha anî ziman: "Piştî êrişên artêşa Tirk li ser navena bajarê Serêkaniyê radyoya Waşûkanî hê jî xebatên xwe didomîne."

Bêrîan Xalid di dawiyê de hêvî kir ku ew çavkaniya hemû pêkhateyên herêmê û sembola belavbûna çanda gelan bin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din