​​​​​​​`Wênexêzî zimanê peywendiya di navbera mirov û derdorê de ye`

Şêwekarên ku beşdarî Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn bûne, destnîşan kir ku huner roleke mezin di veguhastina raman, dîrok û rastiyê de ji nifşekî bo nifşê din dilîze. 

Di 20'ê Gulanê de Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4'emîn bi beşdariya şêwekarên ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê dest pê kir.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/24/185124_-.jpg

Ajansa me li hola Firatê beşdarî werşeya kar bû û bi şêwekar Hemûd Silêman ê ji Reqayê re hevpeyivînek çêkir. Silêman destnîşan kir ku huner di jiyana civakan û tomarkirina bûyerên dîrokî de xwedî roleke girîng e ji ber ku şêwekar her bûyereke dîrokî bi rêya tabloyên xwe nîşan dide.

Silêman wiha domand: "Şêwekar dikare jîngehê, kultûr û xwezaya derdora xwe bi rêya tabloyan belge bike. Her wiha dikare fikr û dîrokê jî ji nifşekî veguhêze nifşê din. Ji serdema şikeftan heta serdema pêşketinê û roja me ya îro nifş rastiyên dîrokî ji nifşên berî xwe digirin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/24/185140_-.jpg

Her wiha, şêwekar Mihemed Şahîn wiha axivî: "Reng bi tena xwe zimane û bi rêya wê dikare peymanan bide. Tabloyên xêzkirî, li cem mirov gelek pirsnîşanan çêdike. Reng dihêlin gelek pirs li ba mirov çêbibin."

Şahîn wiha domand: "Wênexêzî zimanê peywendiya di navbera mirov û derdorê wan de ye. Em jî hewl didin bi rêya van sempozyuman rastiyên herêmê bi rêya tabloyan bigihînin cîhanê.”

Çaverê ye ku sempozyumê heta 26'ê Gulanê bidom e, piştre dê di 28'ê heman mehê de li Qamişlo dest pê bike.

(mh/şx)

ANHA


Mijarên Din