‘Wêjeya Kurdî hîn di pêvajoya welidînê de ye’

Helbestvan Beşîr Mela Newaf diyar kir ku helbesta kurdî gotinên azarên gel, nîşandana aliyên mirovî û wijdanî li gel rewşa jiyanê ye. Li aliyekî din jî nivîskar Abdulbaqî Mihemed got ku wêjeya kurdî hîn di pêvajoya welidînê de ye û li alavên xwe digere.

Di 10’ê vê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo Mihrîcana Rojava ya 7’an a Çand û Hunerê bi sponseriya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi diruşma "Kaniyên kesk, silavên bo bajarên dil" li dar ket.

Roja duwem a mihrîcanê bi şevbuhêrkên çîrokî û helbestvaniyê derbas bû. Helbestvan Beşîr Mela Newaf têkildarî çalakiyên roja duwem de wiha got: "Helbest cureya dijwar a wêjeyê ye, her wiha ji peşxanê cudatir e, ji ber malikên wê bi pîvan û yek e. Cihê helbestê di dîrokê de taybet e. Malikên helbestê du aliyên xwe hene, hem hunerî hem jî mûzîk e."

Der barê rewaşa tevgera helbesta kurdî de helbestvan Newaf got: “Divê helbest bi rih û mejî  re biaxive û têkildar be. Merheleya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, pêdiviya xwe bi helbestvanan heye ku bigihîne rih û mejiyê xwendevanan. Ji lew re divê helbest ji tevahî aliyên wê ve temam be, ji ber helbest di hûrgiliyan re derbas dibe. Ya giring di helbestê de aliyê mirovî û wijdanî ye. Ji bo fişarê li derûnî û bedena guhdarvan bike. Kesên girîngiyê didin wêjeyê, divê helbestên wan mirovî bin. Tevahî helbestvanên ku tev li piranî mihrîcanên ku li dar dikevin dibin bi encamên baş derdikevin.”

Newaf da zanîn ku bersivdana foruma helbestê, hinekî kêm e, ew jî ji ber rewşên li herêmê ye, ji metirsî, nearamî û fişarên neyênî ku li pêş helbest û rewşenbîran dibin asteng.

Têkildarî rewşa tevgera helbestê, nivîskar Abdulbaqî Mihemed diyar kir çîroka Sûriyê ji kevntirîn de dewlemend e û wiha got: "Yek ji helbestvanên filistî wiha dibêje: ger me xetek ji Bexda heta bi Şamê û Qahîrayê nexşe kir, dê li Bexda helbest, li Şamê kurteçîrok û Qahîrayê roman hebe û ji şepêlên cihêreng mîna rasteqînî, hebûn û rasteqîniya rexnegerî pêk tê."

Mihemed destnîşan kir çîrokê merheleya tecrûbeyê derbas kir û wiha domand: "Ji çîrokên klasîk re formên nû nûjen hene. Di van salên dawîn de şopandina dîmenê hinekî bi sedema kêmbûna xwegihandinê dijwar bû, lê belê çîrok bi pêş ket.”

Derheqê rewşa çîroka Kurd de Mihemed wiha diyar kir: "Ew di pêvajoya welidînê de ye, ew ji nû ve ji dayik bûye, li alav û amûrên xwe digere ku rê bi çîroka Erebî re bibîne."

Mihemed di dawiyê de got ku forum nabe bersivdana nivîskaran, çanda xwendinê di civakê de tune, di tevahî malan de pirtûkxaneyek jî nîn e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din