Wêjevan Tewfîq El-Huseynî li Hesekê hat bi bîranîn

Wêjevanê Kurd Tewfîq El-Huseynî di salvegera 3'yemîn a wefata xwe de li bajarê Hesekê hate bi bîranîn.

Bîranîn ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve li kafêtêrya Bab El-Hara ya li taxa Salihiyê hate lidarxistin. Malbata wêjevan Tewfîq El-Huseynî û bi dehan rewşenbîr û helbestvanan amade bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd -Sûriyê Qadir Egîd axivî û îşaret bi zehmetiya ku wêjevan El-Huseynî di jiyana xwe de dîtine heta gihişt vê astê kir. Her wiha behsa berhemên wî kir.

Egîd destnîşan kir ku ew ê li gorî derfetên xwe berhemên wêjevanê Kurd Tewfîq El-Huseynî yên neçapkirî, çap bikin.

Piştre endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Umran Yûsif kurtejiyana El-Huseynî xwend û sinivîzyoneke li ser jiyana wî hate pêşandan.

Her wiha helbestvan Umran Menteş, Luqman Ebdulrehman, Ebdulhekîm Elî, Ebdulxenî Hisên û Seyfedîn Qadirî helbest xwendin.

Bîranîn bi xelatkirina malbata wêjevan Tewfîq El-Huseynî bi dawî bû.

Wêjevan Tewfîq El-Huseynî zêdetirî 60 pirtûkên wî hene û hatine çapkirin, her wiha gelek xebatên wî jî wergera zimanê kurdî, erebî û îngilîzî hene.

Teqfîq El-Huseynî di 18`ê Çileya 2018`an, li mala xwe ya li bajarê Hesekê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

(eh)

ANHA


Mijarên Din