William Roback: Tirkiyê sûcên şer û qirkirina etnîkî pêk tîne

Rojnameya Newyork Times muzekereya fermî cîgirê  nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Koalîsyona Navdewletî William Roback keşif kir. Roback got Tirkiyê sûcên şer û qirkirina etnîkî pêk tîne.

Rojnameya New York Times ragihand ku muzekereya cîgirê nûnerê Amerîka yê taybet bi Koalîsyona li dijî DAIŞ`ê William Roback nivîsandiye bi dest xistiye. Di muzekereyê de wiha hatiye nivîsandin, ji bo sînorkirina gavên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan, DYA`ê  hewldana standina bergiriyên pêwîst nekir.

Roback kiryara qirkirina etînîkî ya dewleta Tirk û hevalbendên wê der heqê gelê kurd li Sûriyê de pêk tîne, rexne kir û got, an sûcê şer e yan jî qirkirina etnîkî ye.

Rojnameyê ji muzekeriyê wiha ragihand, rojekê ji rojan dema dîroka dîplomasî were nivîsandin, dê pirsên çi li vir qewimî ye, çima qewimiye, çima rayedaran helwestek nîşan ned, an herî kêm zêdetir dewleta Tirk der barê reftarên wê de rexne nekirin? Werin pirsîn.

Berdevkê Wezarata Karên Derve yê Amerîkayê Morgen Ortigas red kir  ku ka ev "Peywendiyên hundirîn ên îdîayê" rast in û wiha diyar kir: "Me der barê biryara Erdogan a derbasbûna Sûriyê de berê bi tundî rexne kiribû û derveyî rûbirûbûna leşkerî me gelek gav avêtin."

Berdevka Karên Derve ya DYA`yê anî ziman ku der barê raporên têkildarî bikaranîna artêşa dewleta Tirk binpêkirinên li dijî sivîlan de cidî girtine.

Berdevka Karên Derve ya DYA’yê wiha got: "Lêpirsîn û pirsên di vê derbarê de hêj berdewam in."

(eh)


Mijarên Din