WHO: Di hefteyekê de hejmara kesên ji ber vîrusê mirine bû du qat

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), fikarên xwe yê di derbarê belavbûna bi lez a pandemiya koronavîrusê de anîn ziman û bal kişand ser ku di nava hefteyekê de hejmara miriyan bû du qat.

Mudirê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus got: “Li ser rêjeya belavbûn û belavbûna bi lez ya enfeksiyonan di asta cihanî de di nava fikarên pir kûr de ne.”

Mudirê giştî yê WHO’yê got: “Hejmara miriyan li gorî hefteya berê du qat zêde bûye. Di rojên pêş de, wê bê dîtin 1 milyon kes bi vîrusê ketine û wê hejmara miriyan bigihêje 50 hezaran.”

 


Mijarên Din