Whitehouse: Divê em nehêlin Tirkiyê şêniyên Bakurê Sûriyê qir bike

Sênatorê demokrat ê kongreya Amerîkaya Sheldon Whitehouse got, dema hatiye da ku helwestek xurtir li hember Tirkiyê were girtin. Sheldon Whitehouse Erdogan wek zilamek gelek xeter bi nav kir û banga rêgirtina li pêşiya dubarekirina komkujiyên Ermen ên ku Osmaniyan pêk anîne kir.

Paymengeha Hudson a Amerîkî ya lêkolînan hevdîtinek bi sênatorê demokrat a Kongreya Amerîkayê Sheldon Whitehouse re çêkir. Whitehouse behs agefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peymana moşekên Rûsyayê û çaranûsa Tirkiyê di NATO`yê de kir.

Pro. Walter Russell Mead hevdîtin bi rêve bir. Li ser pirsa gelo çawa DYA`yê bersîva gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide senator got, li gel ku Tirkiyê gefên nû li şêniyên bakurê Sûriyê dixwe, artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê kom dike, berdewamkirina Enqere kirîna pergala moşekan S 400 a dewam kir ku li ser NATO`yê xetere e û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û leşkerên Amerîkayê tehdîd dike?"

Whitehouse got: "Girêdayî kirîna çekên dij-balafiran, komîteya hêzên çekdar û wezareta parastinê dê karekî baş ji bo parastina xwe bike. Têkildarî gefên cuda, bi texmîna min êdî dem hatiye ku helwestek xurtir were girtin. Me hertim hevalbendên xwe li ber çaranûsek ne diyar dihiştin, mîna ku di qirkirina Ermen de di serdema borî de pêk hatiye. Divê em rê nedin ku dubare bibe."

Whitehouse wiha domand: "Ez hertim piştevanê kurdan bûm. Bi texmîna min kedên kurd li Rojhilata Navîn gelek kêrhatî ne. Lê eger em bihêlin rewş li herêmê pêşkeve, bi texmîna min Erdogan zilamek gelek xeter e. Divê em gelek hişyar bin."

Girêdayî çaranûsa Tirkiyê di NATO`yê de Whitehouse got: "Ev tiştek rezîl e û dihêle mirov ne rehet be."

(şx)


Mijarên Din