Wezîrên karên derve yên Îmarat û Yewnanistanê piştgiriya xwe ji Qibrisê re eşkere kir

Di demekê de ku li rojhilatê Deryaya Spî ji ber lêgerîna dewleta Tirk li gazê ragêşî heye, îro wezîrê karên derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayid Al Nehyan serdana Yewnanistanê kir.

Piştî aloziya li rojhilatê Deryaya Spî wezîrê karên derve yên Îmaratê bi wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias re civiya.

Beriya niha her du aliyan bi telefonê bi hev re axivîbû û gefên li dijî ewlehiya rojhilatê Deryaya Spî red kir û îşaret bi girîngiya rêzdayîna ji hikum û rêgezên qanûnên navneteweyî kiribû.

Yewnanistanê der barê ferzkirina cezayên diyarker ên li dijî berpirsên çalakiyên Tirkiyê yên li rojhilata Deryaya Spî, piştgiriya xwe eşkere kir.

(eh)


Mijarên Din