Wezîrekî Îsraîlê: Plana îlhaqê dibe ku beriya hilbijartinên DYA’yê pêk bê

Wezîrekî hikumeta Îsraîlê got plana îlhaqa Dîfa El-Xerbiye hîn jî di rojeva hikumetê de ye û tê payîn ku beriya hilbijartinên serokatiyê yên DYA’yê pêk were.

Kanala Kan a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre wezîrekî di hikumeta Îsraîlê de, da zanîn ku plana biservekirinê (îlhaq) hîn jî di rojeva hikumetê de ye.

Her wiha diyar kir ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di hefteyên derbasbûyî de bi nexweşiya Koronavîrusê ve mijûl e, lewma ji diyalogên têkildarî dozê vala nebûye, lê hîn jî tiştekî teqez negotiye.

Rayedarê îsraîlî got careke din pêşniyara mijarê beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê derkeve holê û Îsraîl jî ji bo pêşî li helwestên navneteweyî bigire, tawîzan bide Filistînê.

eh


Mijarên Din