Wezîrê Parastinê yê Şamê serdana Urdinê kir

Dezgehên çapemeniyê yê girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku wezîrê Parastinê yê Şamê Îmad Elî Ebdullah Eyûb û li gel gelek efseran serdana Urdinê kirin.

Li gorî ajansa "SANA" ya girêdayî hikumeta Şamê,"Li ser vexwendina serokê Desteya Erkan a Hevbeş a Hêzên Çekdar ên Urdinê lîwaa Yûsif El-Hinêtî, cîgirê serokatiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar, cîgirê serokê Meclisa Wezîran û Wezîrê Parastinê Îmad Elî Ebdullah Eyûb serdana Urdinê kirin.

SANA'yê ragihand ku her du aliyan civîneke berfireh li dar xist û tê de têkiliyên di navbera artêşên her du welatên cîran de, rêyên pêşketina wan û girîngiya hevkariya têkildarî dozên hevbeş, nexasim di aliyê têkoşîna li dijî terorê û parastina sînor de gotûbêj kirin.

Wezîrê Enerjiyê yê hikumeta Şamê beriya demekê serdana Urdinê kiribû, da ku li ser nexşeya veguhestina gazê Misirê ya ku ew ê bi rêya Sûriyê bide Lubnanê, li hev bikin.

Ev pêşketin, piştî rola Urdinê ya têkildarî girêbesta li Derayê pêk hat.

(eh)


Mijarên Din