Wezîrê parastinê yê Misrê diçe Washingtonê

Wezîrê parastinê yê Misrê û serokê hêzên çekdar Mihemed Zekî tevî şandeyeke leşkerî, li ser banga wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper da ku têkiliyên dualî û hevkariya leşkerî xurttir bikin, berê xwe da paytexta Amerîkayê Washingtonê.

Malpera Misr El-Yewm ragihand ku tê payîn ku serokê hêzên çekdar ê Misrê diyalogeke dualî bi wezîrê parastinê yê Amerîkayê re çêke.

Civîn der barê nîqaşa gelek doz û mijarên hevbeş ên girîng de ye, da ku têkiliyên dualî û hevkariya leşkerî di navbera hêzên çekdar ên her du dewletan de xurttir bikin.

Mark Esper roja sêşema borî bûbû wezîrê parastinê yê Amerîkayê.

(eh) 


Mijarên Din