Wezîrê parastinê yê DYA’yê Brîtanya û dewletên Ewropayê hişyar kirin

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Brîtanya hişyar kir û got Brîtanya û dewletên Ewropayê wergirtina çeteyên DAIŞ`ê û radestkirina wan ji dadgehên welêt re ku metirsiyê ser ewlehiya herêmê dikin, red dikin.

Rojnameya Guardian a Brîtanyayê diyar kir ku Mark Esper got 2 hezar DAIŞ’î hene û piraniya çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Ewropayê ne.

Esper di roja yekê ji serdana Londonê de, di civîna çapemeniyê de got: "Rewşeke ku nayê parastin, me dixwest em çeteyan li welatên wan vegerînin û bi awayekî baş bi wan re têkiliyê deynin, an na dê xetereyê li ser herêmê çêkin."

Daneyên hatine diyarkirin, hebûna ji 250 heta 300 çeteyên biyanî ku ji Brîtanyayê hatin û hêj li Sûriyê ne û Brîtanya rê nade wan li welatên xwe vegerin û piştî têkçûna DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê werin darizandin.

Esper ku dihat payîn bi wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Ben Wallace re roja înê bicive û nameyê ji rêveberiya Amerîkayê re veguheze got, em daxwaza gelek kesên ji wan digirin, dikin.

Girtina DAIŞ`iyên biyanî ku muhtemel e tundrewiya wan zêdetir bibe, cihê nerehetiya DYA`yê ye û hin rayedar dibînin ku ne dûr e ku bûyera Iraqê dubare bibe.

Gelek kes li kampên Boka ku girtîgeha Amerîkayê ya li Iraqê ye, hatin girtin û paşê bûn serçete û DAIŞ bi rê ve bir, di nav de serçeteyê bi navê Ebû Bekir El-Bexdadî û tê texmînkirin ku ew li wir dîtine.

Tê zanîn ku 850 kes ber bi Sûriye û Iraqê ve çûn û beşdarî komên çeteyan bûn, di heman demê de tê payîn ku ji sêyan yek hatine kuştin, di heman demê de jî tê payîn ku ji sêyan yek din jî piştî şer di demên cuda de vegeriyane welatên xwe û di bin çavdêriyê de ne.

Di heman çarçoveyê de ajansa Reutersê ser zimanê rayedarên Yekitiya Ewropayê ragihand ku yekitiyê bi hêviya darizandina çeteyan, şermezarkirina kesên ji şerê li dijî DAIŞ`ê yê li Sûriyê û Iraqê vegeriyane, deriyê arşîveke hevbeş vekiriye.

Gavavêtina destpêkê nerehetiya der barê çarenûsa bi hezarên welatiyên ewropî yên ku beşdarî komên DAIŞ`ê bûne û niha li Iraq û Sûriyê girtî ye, derdixe.

Ji ber kêmasiyên daneyan, muhteml e gelek kes bêyî darizandinê li Ewropayê vegerin û ev jî dê nerehetiyê ji gelek dewletên yekitiyê re çêke.

Têkildarî lêpirsînên heyî dê li her 28 dewletên ewropî agahiyên nû werin komkirin û dê hevkariya bi saziyên cezayî re hêsantir bibin.

Tê payîn ku kesên tundrew û sûcdarên şer muhteml e ji ber saziyên lêpirsînê li welatên xwe nikarîbûn hemû daneyên pêwîst kom bikin neyên darizandin.

Li dewletên yekitiyê ji ber heman dane hene, darizandina gelek kesan dibe sivik be û di vê derbarê de serok Eurogast Ladislav Hummer ku ajansa Yekitiya Ewropayê ya ku destekê dide daneyan û berpisa hevkariya lêpirsînên cezayê yên di navbera dewletên kombûnê ne, got tu kes du caran bi heman tawanan nabe were darizandin.

Hummer di civîna çapemeniyê de got rêveberiya nû dibe ku li Ewropayê rê li pêşiya rûdana bûyerên nû bigire û daxwazvan jî mafê wan hebe ku der barê sûcdaran de zêdetir agahiyan binêrin.

Di salên dawîn de Ewropa rastî gelek êrîşan hat, di nav de her du êrîşên li Parîsê di Mijdara 2015`an de û êrîşa li Brukselê rû dan, paşê di encama êrîşan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Dosyaya lêpirsînê dê agahiyên der barê cîhadîstan û tundrawên siyasî de agahiyan kom bike.

Dîplomata Yekitiya Ewropayê ya Ewlekariyê Julian King bi daxuyaniyekê ji Reutersê re got hezar û 300 welatiyên ewropî di nav wan de piranî zarok in, li Sûriye û Iraqê girtî ne.

(eh)


Mijarên Din