Wezîrê Lubnanê li hember qirkirina etnîk a li Sûriyê banga piştgiriyê kir

Wezîrê bazirganiya derve yê Lubnanê Hesen Murad banga piştgiriyê li hemberî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêgirtina li pêşiya qirkirina etnîk li Sûriyê li welatên Ereban kir.

Wezîrê bazirganiya derve Hesen Murad di daxuyaniyeke xwe ya li gel ajansa Spûtnîkê de got: "Ev ne cara yekemîn e ku Tirkiye destdirêjiyê li xaka Ereban dike. Her tim hewl dide qirkirineke etnîk pêk bîne da ku derbasî xaka me ya Ereban bibe."

Murad destnîşan kir ku Tirkiyê çav berdaye Helebê û wiha axivî: “Lê mixabin em koçberkirineke nû bi hinceta herêma ewle û parastina sînor dibînin."

Hesen Murad wiha lê zêde kir: "Encamên wê yên yekemîn dê li ser Komkara Welatên Ereban be, ya ku divê Sûriye beşdarî komkarê kiriba da ku xebateke hevpar were meşandin ku karibe daxwaza Tirkiyê ya parçekirina welatên Ereban were bişikîne. Ji bo rêgirtina li ber êrîşên Tirkiyê û rawestandina qirkirina etnîkî ya pêkan ji aliyê Tirkiyê ve divê piştgiriya siyasî û diravî bi Sûriyê were kirin û xaka wê were parastin."


Mijarên Din