Wezîrê karên hundirîn ê Tirkiyê gef li şaredarê Stenbolê xwar

Wezîrê karên hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu gef li serokê şaredariya Stenbolê piştî ku AKP rexne kir, xwar.

Wezîrê karên hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu duh gefa "pejmûrdekirinê" li şaredarê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu xwar. Ev yek piştî ku Îmamoglu piştgiriya xwe ji her sê şaredarên HDP`ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê ku Tirkiyê bi binceta ku têkiliya wan bi terorê re heye, li şûna wan rayedarên hikumetê (qeyûm) bi cih kirin, pêk hat.

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ev gav rexne kir û got ew ne qanûnî ye û dijberiya demokrasiyê dike û daxwaza edaletê kir.

Îmamoglu derba herî di dîroka siyasî ya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de pêk anî dema ku AKP di hilbijartinên herêmî yên Hezîranê de li Stenbolê bi bin ket.

Ekram Îmamoglu û hin endamên partiya CHP`ê serdana bajarê Amedê kir û bi hevşaredaran re hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê karên hundirîn Suleyman Soylu ku li herêma Borsa li dijî Îmamoglu wiha got: "Nezan e, cih û sînorê xwe nas bike, eger tu destwerdana derveyî karê xwe bikî, em ê te pejmûrde bikin (ji hev de bixin)."

(jo)


Mijarên Din