Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê: Divê YE bersiva binpêkirinên dewleta Tirk bide   

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas piştrast kir ku dê Atîna ji YE’yê bixwaze ku lêkolîna derfeta pêkanîna tedbîrên tund li dijî Tirkiyê wekî bersivdana li dijî binpêkirinên wê ji mafên serweriya Yewnanistanê re, pêk bîne.  

Nikos Dundas  li gel kanala Skai ya Yewnanistanê bi bîr xist, beriya civîna yekemîn a wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) ji destpêka pandemiya Koronavîrusê ve dê sibe li Brukselê civînek li dar bikeve ku dê Yewnanistan ji YE’yê bixwaze ku lîsteya tedbîrên tund li dijî Tirkiyê heke serweriya wê binpê kir, amade bike. Ew jî îşaretê bi xebatên vekolîna Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî dike.

Nikos Dundas bal kişand ser ku divê Ewropa bi lez helwesteke guncaw a qedexekirina binpêkirinên muhtemel ji mafên serweriya Yewnanistanê re bigire û wiha got: "Ger Ewropa çare jê re nedît, dê encamên ku pêk bên bi kêrî wê neyên. Me ji Tirkiyê re piştrast kir ku dê li hember destgirêdayî nemînin."

Têkildarî mijarê, Nikos Dundas  asta amadebûna hêzên Yewnanistanê li hember çi şerekî muhtemel bi Tirkiyê re, spas kir.


Mijarên Din