Wezîrê berê yê petrolê yê Misirê: Peymana gaza Deryaya Spî çavnebariyan bi dawî dike

Wezîrê berê yê petrolê yê Misirê endezyar Usama Kemal got "Îmzekirina peymana Forma Gazê ya Rojhilatê Deryaya Spî, însiyatîfeke baş a koordînasyonê ye û dê hemû çavnebariyên derve ku mafên wan di gaza Deryaya Spî de tune ye, bi dawî bike."

Nûnerên 6 dewletên li ser Deryaya Spî sêşemê li paytexta Misirê peymana veguherandina Forma Gazê ya Rojhilatê Deryaya Spî ji rêxistineke herêmî re îmze kir.

Misir, Urdun, Îsraîl, Yewnanistan, Qibris û Îtalyayê peymana formê îmze kir. Misir hewl dide ku bibe navendeke enerjiyê li herêmê, ji ber wê yekê tev li Rêxistina Gazê ya Rojhilatê Deryaya Spî bû.

Li Misirê du saziyên gaza xwezayî hene ku kar lê hat rawestandin anku ji berê kêmtir kar dikin ku dikarin bên bikaranîn. Her wiha depoyên mezin ên gazê di ava girêdayî Îsraîlê, Misir û Qibrisê di salên borî de derket.

Rêxistin armanc dike ku sûkeke herêmî ya gazê ava bike û lêçûna binesaziyê birêxistin bike.

Form destpêka 2019`an ava bû û wezîrên dewletên beşdar tekez kir ku dê rêxistinekê ava bikin ku mafên endaman der barê çavkaniyên wan ên xwezayî de li gorî qanûnên navneteweyî diparêze û pêdiviyên endaman ji enerjiyê ku têra gel dike, peyda dike.

Girêdayî mijarê, wezîrê berê yê petrolê yê Misirê endezyar Usama Kemal ji ANHA`yê re wiha got: "Ev peyman koordînasyonê di asteke bilind de di navbera dewletan de ava dike. Dewlet li ser wê yekê jî li hev dikin. Însiyatîfa ku Misir, Yewnanistan, Qibris, Filistîn, Îsraîl, Fransa û Amerîkayê pêşkêş kirine, însiyatîfeke siyasî ya koordîneya baş e."

Kemal daxuyand ku aktîfkirina însyatîfê hişt ku ji însiyatîfeke siyasî veguhere însiyatîfeke aborî û rêxistineke xwedî pîvanên kar. Her welatê ku tev li rêxistinê dibe, dê birayrên wê pêk bîne. Bi vê yekê ji aliyê lihevhatina nêrînên siyasî, dê sûdê li hemûyan bike. Her wiha lêkolînkirina mekanîzmeyên aboriyê ku nirxê berhemdariyên gazê yên van dewleta zêde dike, sûd ji binesaziya bingehîn a taybet li Misirê û Deryaya Spî tê giritn û qezencên zêdetir dide hem hevalbendên derve wekî Qibris, Yewnanistan û Israîlê hem jî koma hevalbendên hundirîn ku ji koma şerîketên biyanî yên li herêmê kar dikin, pêk tê."

Kemal destnîşan kir ku şîrketên petrolê dê hewl bidin tev li rêxistinê bibin da ku hevsengiyê pêk bînin. Her wiha dê peyman hemû çavnebariyên derve yên ku mafên wan di gaza Deryaya Spî de tune ye, bi dawî bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din