Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: 124  kes bi Koronayê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li Sûriyê kesek din bi Koronavîrusê ketiye. Hejmara giştî ya kesên bi Koronayê ketine bû 124.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku di kesekî din de şewba Koronavîrusê hate tesbîtkirin. Wezaretê got ew kes ajokarê kamyonekê ye ku li ser xeta Sûriyê-Urdinê kar dike.

Li gorî wezaretê hejmara kesên ku li Sûriyê bi şewba Koronayê ketine bû 124, di nav de 53 kes baş bûn û 6 jî mirin.


Mijarên Din