Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: Dibe ku vîrusa Corona li tevahî bajarên Îranê belav bûbe

Li gorî Reutersê, rayedarekî ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê îro got dibe ku virusa Corona ya nû, li tevahî bajarên Îranê belav bûbe.

Cîgirê wezîrê tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Wehab îro ragihand ku li tevahî Îranê hejmara kesên bi vîrusa Corona ketine, 18 e û 4 jê mirine.

Elî Riza Wehab bi rêya twittekê wiha got: "Heta niha 18 kes li tevahî Îranê bi vîrusa Corona ketine, jê 4 li Tehranê, 12 li Qumê û 2 jî li Reştê û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye."

Ajansa Fars îro li ser zimanê wezîrê tendursitiyê ragihand ku 24 rewşên dişibin hev hene, niha ew li nexweşxaneyê ne û dê encamên lêkolîna li ser wan bên ragihandin.

(fr)


Mijarên Din