Wezareta Parastinê ya Rûsya 35 binpêkirinên agirbestê belge kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsyayê ku di komîteya Rûsya û Tirkiyê ya çavdêriya pêkanîna agirbesta Sûriyê cih digire, 35 binpêkirinên agirbestê di 24 seatên dawîn de belge kirin.

Ajansa Spûtnîk ragihand ku li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, aliyê Rûsyayê ji komîteya Rûsya û Tirkiyê 35 rewşên binpêkirina agirbestê li parêzgehên Sûriyê belge kirin.

Binpêkirin li Laziqiyê 9 caran, li Helebê 9 caran, Li Idilbê 14 caran û 3 caran li Hemayê pêk hatin. Her wiha aliyê Tirkiyê jî 29 binpêkirin belge kirin; 7 li Idlibê, 7 li Hemayê, 4 li Helebê û 11 li Laziqiyê.

Rûsya, Tirkiye û Îranê di Gulana 2017’an de li hev kir ku 4 herêmên kêmkirina şer ava bikin, lê hêzên rejîmê bi desteka Îran û Rûsyayê 3 herêm jê kontrol kirin. Herêma 4’an a kêmkirina şer ku ji parêzgeha Idlib û parçeyên Hema, Heleb û Laziqiyê pêk tê, di bin kontrola komên çete de ma ku desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin.

(jo)

 


Mijarên Din