Wezareta Karên Derve ya Îranê: Divê Tirkiye çalakiyên xwe rawestîne û ji xaka Sûriyê derkeve

Wezareta Karên Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê bang li artêşa Tirk a dagirker kir ku bi awayekî lezgîn êrîşên xwe yên li Sûriyê rawestîne û hêzên xwe ji xaka Sûriyê derxe.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em bang li Tirkiyê dikin ku bi awayekî lezgîn çalakiyên xwe yên leşkerî li Sûriyê rawestîne û hemû hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Sûriyê bikişîne."

Wezareta Îranê destnîşan kir ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê dê zirarên madî û mirovî derxe holê û nerazîbûna xwe ji operasyona leşkerî ya Tirkiyê di hundirê xaka Sûriyê de raber kir.

Her wiha wezaretê wiha domand: "Ji operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li Sûriyê em bi fikar in, dê metirsiyên mirovî li ser sivîlan çêbin."

(jo)


Mijarên Din