Wesîqeta Qahîra: Divê çeteyên biyanî werin derxistin

Serokê Misrê Abdullfetah El-Sîsî bi beşdarbûna serokê meclisa Parlementeran a Lîbyayê Eqîle Salih û fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfa Hefter insiyatîfa çareserkirina aloziya Lîbyayê, ragihand.

Insiyatîf bi navê wesîqeta Qahîra hat binavkirin. Bendên wesîqet ji aliyê El-Sîs û Hefter ve hat xwendin.

Çend bend wiha ne:

-Berdewamkirina xebatê komîteya leşkerî (5+5) li Genf bi sponseriya NY`yê û civaka navnetewî ku hemû aliyên biyanî, çeteyên biyanî ji xaka Lîbyayê derxînin, hilweşandina milîsan û radestkirina çekên wan heta ku hêzên çekdar karibin bi hevkariya hêzên ewlehiyê karibin erk û xebatên xwe yên leşkerî û ewlehî li welêt, pêk bînin.

-Her herêmek ji her sê herêman navenda hilbijartinê ava bike, têde endamên meclisa parlementeran û dewletê ku nûnertiya herêman dike, her wiha şêxên qebîleyan, rûspî were avakirin û rêjeya qebûlkirina jin, ciwan, beşên siyasî ji rewşenbîr û sendîqeyan di ber çavan re were derbaskirin ku her sê komîte bi sponseriya NY`yê kom bibin û were erêkirin.

-NY`yê navendên hilbijartinê bi giştî dişopîne da ku rewşa hilbijartina nazmetên ji bo meclisa serokatiyê bişopîne û misoger bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din