Weşanxaneya Şilêr pêşangeha Herekol dewlemend dike

Her sal mohra Weşanxaneya Şilêr li pêşangeha Şehîd Herekol ya pirtûkan ji wêje, çand û civakî heye, îsal jî gelek pirtûkên bi zimanên erebî, kurdî, tirkî û ingilîzî hatin çapkirin. Her wiha weşxaneyên nû mîna Ava, Neqiş û Meda jî cara yekemîn beşdarî pêşangehê bûn.

Di 20’ê Tîrmehê de, çalakiyên pêşangeha Şehîd Herekol a 4’an a pirtûkan li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi diruşma "Bixwîne...xwe nas bike" dest pê kir.

Weşanxaneya Şilêr bi 225 pirtûkan tevî neçapkirina nêzî 35 pirtûkan ku dihat payîn beşdarî pêşangeha Herekol a 4’an bibûya, beşdar bû. Ew pirtûkên nehatine çapkirinê ji ber hin pirsgirêkên teknikê yên çapxaneya Herekol.

Endamê Weşanxaneya Şilêr Selah Yûsiv li ser hin sedemên astengî û pirsgirêkên beşdarbûnê wiha axivî: "Me xwest bi gelek sernavên nû yên pirtûkan beşdarî pêşangeha Herekol a 4’an bibûya, lê belê hin pirsgirêkên teknîkî di çapê de bandorek neyênî li weşanxaneyê kir. Ji lew re me pirtûk bi giştî çap nekirin."

Yûsiv wiha domand: "Bi sedema berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li herêmên derdor û pêkanîna Rêveberiya Xweser a tedbîrên pêşîlêgirtinê yên girtina tevahî dergehn sînor bi Başûrê Kurdistanê re, rêveberiya çapxaneyê nikarî parçeyên teknîkî yên taybet ên çapxaneyê wergirta, ji ber li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ne."

Der barê naveroka ku Weşanxaneya Şilêr pê beşdarî pêşangeha Herekol a 4’an bûye de, Selah Yûsiv wiha da zanîn: "Pirtûkên ku hatine pêşandan ên cur bi cur in, ji siyasî, civakî, wêje, çîrok, roman, helbest û pirtûkên dîrokî ne, her wiha bi zimanên kurdî, erebî, ingilîzî û tirkî hatin pêşandan."

Weşanxaeya Şilêr bi hedefa vejandina çanda Kurd di Hezîrana 2017’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin.

Di pêşangeha Şehîd Herekol a 4’an 39 weşanxane beşdar bûn, jê 3 cara yekemîn beşdar dibin; Ava, Neqiş û Meda.

Endamê Weşanxaneya Neqiş Abdullah Şêxo li ser beşdarbûna pêşangeha Herekol a 4’an wiha axivî: "Weşanxeya Neqiş ji beriya 6 mehan li bajarê Qamişlo hat avakirin, 6 berhemên wê yên wêjeyî hene, jê bi zimanên kurdî û erebî ne. Her wiha girîngiyê dide aliyên fikrî, wêjeyî û dîrokî."

Li ser pirsgirêkên çapkirina pirtûkan ên li hember Weşanxaneya Neqiş, Şêxo wiha da zanîn: "Hin astengî der barê çapkirinê de derketin. Li herêmên me asta çapkirina guncaw bi pêş neketiye. Ji lew re neçar dimînin pirtûkan li Başûr, Bakur an jî Rojhilatê Kurdistanê çap bikin. Ji ber çapxaneyên li wir baş in û buhayên pirtûkan guncaw in. Ji lew re hêvî dikin ku asta çapkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî baş be."

(fr)

ANHA


Mijarên Din