Weqfa Jinên Azad li Hesekê xizmeta koçberên ji Serêkaniyê dike

Di çarçoveya alîkariya koçberan de Weqfa Jinên Azad li bajarê Hesekê koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên wê li navenda xwe ya tenduristiyê xwebeş derman dike.

Piştî dewleta Tirk a dagiker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê kir, Weqfa Jinên Azad şaxê Hesekê da ku alîkariya şêniyên Serêkaniyê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk ji malên xwe derketin bike, navendeke tenduristiyê li navenda xwe ya bajarê Hesekê vekir.

Weqfê koçberan bê pere derman dike, her wiha şêniyên Hesekê bi nirxekî sembolîk derman dikin û dermanan bê pere didin wan.

Navenda tenduristiyê ji saet 10:00’ê sibehê heta 13:00 nîvro vekirî ye û li navenda tenduristiyê bijîşkên zarokan, jinan, dermanfiroş û hemşîre dixebitin.

Weqfa Jinên Azad bi hevkariya Heyva Sor a Kurd di hefteyê de 2 caran koçberên li dibistanên Hesekê derman dike.

Dr. Nisrîn Sofî ku xizmeta şêniyên Serêkaniyê dike, wiha got: “Ji beriya hefteyekê ve da ku ew alîkariya koçber û şêniyên Hesekê bikin, me navenda tenduristiyê vekiriye û em pêşwaziya koçberan dikin.”

Nisrîn bang li rêxistinên peywendîdar ên di qada tenduristiyê de dixebitin kir ku alîkariya peydakirina dermanan bi Weqfa Jinên Azad re bikin da ku zêdetir xizmeta koçber û şêniyan bikin.

Weqfa Jinên Azad hêj li dibistanên ku koçber lê bi cih bûne alîkariyê pêşkêş dike û cilên zivistanê li koçberan belav dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din